Rapora Akademiya Jineolojiyê (4)

  • 09:06 13 Sibat 2026
  • Dosya
‘Zarok bûn hedefa êrîşan’
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Akademiya Jineolojiyê ya Rojava, li Heleb û Kobanê zarok di êrîşan jiyana xwe ji dest didin û hat diyarkirin ku ev sûcê şer e.
 
Li gorî rapora ji aliyê Akademiya Jîneolojiyê ya Rojava ve hatiye weşandin, hat diyarkirin ku encamên herî giran ên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser zarokan derketiye holê. Li gorî raporê êrîşên HTŞ û hêzên mutefîk bi pevçûnên çekdarî sînor nemaye, şertên jiyana zarokan bi sîstematîk ji holê rakiriye.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê zarok di encama bombebaranan de jiyana xwe ji dest dane û hat gotin ku zarok bi tu awayî ne aliyên pevçûnan e, tevî vê hedef hatine girtin.
 
Dorpêça Kobanê rê li ber mirinan vekir
 
Akademiya Jineolojiyê diyar kir ku dorpêça Kobanê rê li ber mirinan vekiriye, ji ber birîna av, ceyran, xizmetên tenduristiyê zarok ji birçînan, ji sermayê û ji ber kêmbûna oksîjenê jiyana xwe ji dest dane.
 
Her wiha hat daxuyakirin ku zarokên ji ber sedema dorpêçê jiyana xwe ji dest dane, encama heman polîtîkayê ye.
 
‘Mafê jiyana zarokan nikare bibe mijara bazarê’
 
Di raporê de hat diyarkirin ku zarok li gorî hiqûqa navneteweyî di bin parastina taybet de ne û hat gotin ku qetilkirina zarokan sûcê şer e. Her wiha bang li mekanîzmayên serbixwe û navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşên li ser zarokan bêdeng nemînin û banga lêpirsînê kirin.