Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome

  • 16:51 5 Gulan 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Çalakiya nobetê ya li qada projeya JES’ê ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê Gimgimê bikeve meriyetê, di roja 3’yan de didome. 
 
Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê payin di nava sînorê gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê were çêkirin û dê bandoreke neyînî li herî kêm 16 gundan bike, çalakiya nobeta vegirtina kom hate destpêkirin. Kon, li qada sondajê hate vegirtin û nobet di roja 3’yan de berdewam kir. 
 
Serdanên ji bo nobetê jî berdewam in. Tevî rewşa nebaş a hewayî jî gelek welatî hatin serdana nobetê, gotin ku heta proje tê betalkirin dê li qadê bin. 
 
Çalakiya welatiyan berdewam e.