Nobeta JES’ê bi serdanên piştevaniyê didome
- 19:48 10 Cotmeh 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Nobeta çalakiyê ya li Gimgimê li dijî projeya JES’ê ya tê plankirin bê çêkirin hat destpêkirin di roja 160’emîn de berdewam kir.Welatiyên gundê Emeran nobet dewr girtin û welatiyên ji Xinûsê hatin piştgirî dan nobetê.
Çalakiya nobedariyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. Ku navenda wê li DYA’yê ye ve tê plankirin, li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome.
Li qada nobeta ket roja 160’emîn, pankarta bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" hat daliqandin.
Welatiyên gundê Emeran nobet dewr girtin û welatiyên ji Xinûsê hatin piştgirî dan nobetê.







