Meclîsa Dayikên Aştiyê tevli kampanya ‘KeziyênMeTirsaWe' bûn
- 18:20 24 Çile 2026
- Rojane
MERSÎN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya mersînê tevli kampanyaya "KeziyênMeTirsaWe" ku li dijî vîdeoya ku çeteyên porê şervaneke YPJ’ê birî û parve kir, hatibû destpêkirin bûn û keziyên xwe hûnandin.
Di dema êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li dijî Rojava de çeteyekî HTŞ’ê porê şervaneke YPJ’ê ku qetil kiribû birî û li ser çapemeniya civakî parve kir. Li ser vê ji her çar alî cîhanê bertek tên nîşandan. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê kampanyaya "KeziyênMeTirsaWe" ku jinan dabû destpêkirin bûn.
Berdevka Meclîsa dayikên Aştiyê Emîne Eren axivî û da zanîn ku tu kes nikare îradeya jinên Kurd bişkîne û got hêza tu kesî têrî vê nake.
Piştî axaftinan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ kezî hatin hûnandin.







