Strasbourgê bi hezaran kes li kolanan in: Em ê li Rojavayê bi ser bikevin
- 01:02 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasbourgê bi beşdariya bi hezaran kesî mîting hat lidarxistin. Nûnerê DEM Partî yê YE'yê Fayık Yağızay di mîtingê de axivî û bang li YE'yê kir: "Bêyî ku derbarê komkujiya li Helebê peyvekê jî bibêjin, 620 mîlyon euro piştgirî dan. Xwelî li we be."
Li i bajarê Strasbourgê yê Fransayê, êrişên çeteyên cîhadî yên di bin banê HTŞ’ê de û dewleta Tirk ên li ser Rojava û hewldanên komkujiyê yên li dijî gelê Kurd, bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Bi hezaran kes bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan, li Place Dauphineyê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di dema meşê de diruşmên ku balê dikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê hatin berzkirin. Girse bi diruşmên “Yek e, yek e, Kurdistan yek e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û “Kujer Colanî, kujer Erdogan” ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Di dema meşê de bi belavokên hatibûn amadekirin xebata girseyî hat kirin; di tekstên hatin xwendin de êrişên komên çekdar ên di bin banê HTŞ’ê de û dewleta Tirk ên li ser Kurdan, polîtîkayên dagirkeriyê yên li Rojava û binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê hatin teşhîrkirin.
Nûnerê DEM Partiyê Fayîk Yağizay bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo komên çekdar rawestîne. Yağizay diyar kir ku YE’yê 620 mîlyon euro daye komên li Helebê û ev yek teşvîqkirina komkujiyê ye.
Parlamenter Sandra Regol diyar kir ku gelê Kurd ji bo avakirina modela Rojava hewceyî destûra tu kesî nîn e. Wî bang li hikûmeta Fransayê kir ku li dijî terorê helwesteke zelal nîşan bide û piştgiriya Kurdan bike. Regol destnîşan kir ku berxwedana Kurdan dê bi ser bikeve û ew ê her dem li cem wan bin.
Aktîvîst Cem Yoldaş bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê HTŞ’ê ve li dijî Elewî û Dûrzîyan. Wî diyar kir ku lîderê HTŞ’ê Colanî ne fîgurekî siyasî yê rewa ye, lê kujer e. Yoldaş bi bîr xist ku Kobanê îro dîsa di bin xetera çeteyên cîhadî de ye.
‘Ev ne şer e sûcekî mirovahiye’
Welatiyê ji Rojava Mihemed Şêxî diyar kir ku li herêmê ne av, ne elektrîk û ne jî xwarin maye. Wî destnîşan kir ku sivîl, nexweşxane û dibistan rasterast ji aliyê balafiran ve tên bombekirin. Şêxî got ku ev rewş ne şer e, lê cezakirina komî ya gelê Kurd e.
‘Bêdengî hevkariya sûc e’
Erhan Aydın anî ziman ku li Sûriyeyê Kurd, Elewî û kêmneteweyên din ji ber nasnameya xwe tên kuştin. Wî got ku rewakirina pêkhateyên mîna HTŞ û DAIŞ’ê nayê qebûlki
Di dawiya mîtingê de şanoyek li ser êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinê hate nîşandan. Di lîstikê de birîna porê şervaneke Kurd a ji aliyê çeteyan ve hate şermezarkirin. Jinên li qadê porên xwe ji nû ve hûnandin û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" biryardariya xwe nîşan dan.







