Gelê Rojava li hundir û derveyî bajaran nuqteyên parastinê danîn
- 01:19 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojava ewlehiya bajar û taxên xwe li hember rewşên heyî xurt dikin û ji her xeteriyek li dijî herêmê û şêniyên wê re di amadebeşiyê de ne.
Li hember êrişên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û xeteriya derketina şaneyên veşartî yên DAIŞˊê, gelê Rojavayê Kurdistanê xwe bi awayekî kom bi kom bi rêxistin dikin, tax , kolan û herêmên xwe li her xeteriyekê diparêzin.
Bi şevê şênî li nava kolan û taxan digerin, nobedariyê dikin, ciwan jî li ser nuqteyên kontrolê ne.
Piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberiya giştî îlan kir, gelê Rojava bersiv da, nuqteyên parastinê li hundir û derveyî bajaran çêkirin.







