SOHR: Oksîjena li nexweşxaneyên Kobanê xelas bûye

  • 15:34 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku li nexweşxaneyên Kobanê oksîjen xelas bûye, mamayê zarokan nayê peydakirin û krîza însanî kûr dibe. 
 
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) têkildarî rewşa li bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê daxuyanî da. SOHR’ê, diyar kir ku bajarê Kobanê di bin dorpêça dijwar a komên paramîlîter de ye, şert û mercên dijwar ên zivistanê ber bi rewşeke mirovî ya xerab ve diçe û bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku ttavilê mudaxele bikin û bi hezaran sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin.
 
SOHR’ê, diyar kir ku Kobanê zêdetirî hefteyeke dorpêçkirî ye û ev yek bûye sedema rawestandina derbasbûna xwarin û pêdiviyên bingehîn. SOHR’ê, destnîşan kir ku gelek koçberên ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê û bi deh hezaran kesên ji gundên derdorê çûne Kobanê û gelek ji wan neçar in ku li dibistanan, avahiyên giştî an jî li kolanan razên û got: “Di şert û mercên zivistanê yên dijwar û di barîna berfê de ne.”
 
Der barê rewşa tenduristiyê de jî SOHR’ê got ku oksîjen li nexweşxaneyeke bajêr xilas bûye ku bûye sedema mirina 5 zarok û zilamekî. Her wiha derman û şîrê zarokan jî kêm bûye.
 
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA) jî duh têkildarî rewşê daxuyanî da û li dijî krîza mirovî hişyarî da. OCHA’yê diyar kir ku hevkarên mirovî "fikarên xwe li ser rewşa sivîlan" anîne ziman.