‘Di bin siya çekan de pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin’
- 16:20 25 Çile 2026
- Rojane
SÊRT - Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê li dijî êrişên ser Rojava meş li dar xist û wiha got: “Di bin siya çekan de pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.”
Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê li dijî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMOyê û yên girêdayî Tirkiyeyê li meş li dar xist. Rêveber û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), û DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên navend û navçeyan û gelek kes tev li meşê bûn. Girseya kombûyî li pêşiya avahiya DEM Partiyê yê navçeyê heya pêşiya şaredariya meş li dar xist û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Metna daxuyaniyê Hevserokê DBPê yê Misircê Necmettîn Ozdemîr xwend.
‘Sûriyeya nûjen bi polîtîkayên qirkirin nayê avakirin’
Necmettîn Ozdemîr destnîşan kir ku Rojava ne tenê qadeke erdnîgariyê ye, keleha îradeya jiyana hevpar a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Rojava paradîgmaya rizgariya jinan û ya jiyaneke bi rûmet e. Lê mixabin îro Rojava di bin êrîşên pergalê de ye. Di van êrişand de wargehên sivîl, tesîsên enerjiyê, nexweşxane û qadên jiyanê dibin hedef. Di van êrîşan de sivîl, zarok, jin, kal û pîr, tên qetilkirin. Ev êrîşên ku sivîlan hedef digirin ne tenê operasyonên leşkerî ne. Kiryareke dijminatiyê ya eşkere ye li dijî pêşeroja gelê Kurd. Em careke din radigihînin, Sûriyeyeke nûjen bi polîtîkayên qirkirin û komkujiyê nayê avakirin. Bi zext, tundî û paşguhkirina îradeya gel ne mumkun e ku aştî bê avakirin.”
‘Çareseriya pirsgirêka Kurd di bi siya çekan de nabe’
Di berdewama axaftina xwe de Necmettîn Ozdemîr anî ziman ku paşerojek demokratîk û azad tenê bi rêzgirtina nasname û îradeya gel tê avakirin û wiha domand: “Çerxa tundiyê tenê kaosê kûrtir dike. Ji ber vê yekê em dibêjin şer rawestînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û krîza Sûriyeyê di bin siya çekan de neyê çareserkirin. Li ser maseya bi danûstandinan û rêya diyalogê ye. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di her fersendê de dibêje; çareserî tenê di asta demokratîk de, bi hevkariya wekhev û mafên gelan pêkan e. Perspektîfa aştî û konfederalîzma demokratîk a birêz Ocalan tenê reçeteya rastiyê ye ji bo vemirandina agirê li Rojhilata Navîn.”
‘Bêdengî hevkariya sûc e’
Di dawiya axaftina xwe de Necmettîn Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Bila kes nefikire ku gelê Misircê li hember vê zilmê bêdeng dimîne. Gelê Misircê li kêleka berxwedana Rojava radiweste û wê bi her awayî xwişk û birayên xwe bi tenê nahêle. Em bang li hemû hêzên navneteweyî bi taybetî Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hember sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava tên kirin, bêdeng nemînin. Bêdeng mayîn hevkariya sûc e.”
‘Ma mirovahî ev e?’
Parlamentera Sêrtê Sabahat Sari Erdogan jî bal kişand ser şert û mercên Rojava û ev tişt gotin: “Şerê ku li Rojava tê domandin di heman demê de êrişa li ser me jî ye. Em li hember vî şerê qirêj in. Bi rojan e gelê li wir bê ceyran, nan, av û bê derman e. Gelê wê derê dîsa jî li ser piyan e û li ber xwe didin. Em li vir bang li qada navneteweyî dikin û dipirsin; Ma ev e mirovahî ye?”
Çalakî bi berzkirina dirûşman û bi çepikan bi dawî bû.







