Li Helebceyê ‘Pêşangeha Kezî’ hat vekirin

  • 15:36 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebceyê pêşangehek bi navê ‘Kezî’ hat vekirin. Di tabloyan de keziyên şervanên jinên Kurd hatin xêzkirin û nîşandan. Jinan gotin: Keziyên li ser tabloyan şeref û rûmete ku dijminan xwestin bi wan me biêşînin. Lê me bi kampanyek herî mezin karî devê dijminan bêdeng bikîn.”
 
Li Dibistana Ehmed Muxtar Caf ya li Helebceyê pêşangehek hunerî hat vekirin. Di pêşangehê de tabloyên ku li ser keziyên şervanên jinên Kurd û berxwedana şervanên Rojava nîşan didan, hatibûn xêzkirin.
 
Mamostaya Hunerê Marya Suheyb li ser vekirina pêşangehê axivî û got: “Niha mijara ji bo me û hemû Kurdan giring Rojava û şervanin. Wek jin em gelek giringiyê bi vê mijarê didîn. Em ji ber vê rewşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê heyî gelek bifikarin. Wêneyê ku min xêzkiriye, keziyên şervanek jin ya Rojavayê Kurdistanê ye.”
 
Marya Suheyb da zanîn ku armanca wê ya çêkirina van tabloyan ewe ku bê zanîn jin ji bo tevayî cîhanê aştiyê dixwazin û got: “Ya ji bo me giring azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Por û keziyên jinên Kurd gelek bi nirxe. Li gor min giringe em dîroka xwe ya netewî ji nifşên bê re vebêjin. Bila dijmin bizanin ku ew keziyek bibirin, wê hezaran keziyên din werin honandin.”
 
Rêveberê Çalakiyên Hunerî yê Dibistanên Helebceyê Emced Cemal jî li ser pêşangehê axivî û got: “Yê ku li ser vê tabloyê hatî xêzkirin General Mazlum Ebdi ye. Mixabin li Rojavayê Kurdistanê dostên me carek din ji pişt ve xencer li me xistin. Carek din diyar bû dostên me tenê çiyayên me ne. General Mazlum di vê pêşangehê de wek sembolek hatiye nîşandan. Ev peyameke ji bo her serkirdeyek din yê Kurd ku dilsozê xak û ava xwe bin.”