Cenazayê Baran Ebdî li Tarsusê hat definkirin
- 14:51 26 Çile 2026
- Rojane
MÊRSÎN - Ciwanê bi navê Baran Ebdî ê ji bajarê Kobanê ku li navçeya Tarsusê ji hat qetilkirin, di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.
Bi boneya protestokirina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokrtatîk çalakî hat lidarxistin. Baran Ebdî ê ji bajarê Kobanê, dema li ser şaneşîna malê çalakî temaşe dikir, bi guheya giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî mudaxileyê jî jiyana xwe ji dest da. Baran Ebdî, karkerê çandiniyê bû û zarokek wî hebû.
Baran Ebdî, dema 10 salî ji ber êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê tevî malbata xwe berê xwe dabû Mêrsînê. Bi ser re 14 sal derbas bûn û îcar jî di çalakiyeke ji bo Rojava dihat lidarxistin de hate qetilkirin.
Cenazeyê Baran Ebdî yê li morga Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê hate hilgirtin û di bin dorpêça polîsan de anîn Goristana Sucular a Tarsusê. Derdora goristanê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û gelek welatiyên ji Edene û Mêrsînê tev li definkirina cenazeyê bûn.
Piştî şûştina cenazeyê, radestî malbatê hate kirin. Hin endamên malbatê krîz derbas kir. Ambulansên anîn cihê bûyerê mudaxileyî endamên malbatê kir. Cenazeyê Ebdî, piştî wecîbeyên olî bi dirûşma “Şehîd namirin” hate definkirin.
Her wiha ji bo Baran Ebdî dê li mala şînê ya li Taxa Mîthat Paşa ya li Tarsusê were danîn.







