‘Meclîsa Serdeştê ji bo Rojava daxuyanî da’
- 16:10 26 Çile 2026
- Rojane
ŞENGAL - Meclîsa serdeştê a çiyayê Şengalê bi daxuyaniyek berxwedana Rojava silav kirin.
Meclîsa serdeştê a çiyayê Şengalê bi daxuyaniyek berxwedana Rojava silav kirin. Daxuyanî li serdeştê ji aliyê Dayê kinê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinên êzidî û civaka êzidî carek din biryardariya xwe ya bi fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dan nîşandan û xwedî li berxwedaniya Rojava derketin.
Daxuyanî bi vê rengî ye; "Ji serdeşta çiyayê Şengalê em wek jin û civaka êzidî berxwedaniya gelê me yê berxwedêrê Rojava silav dikin. Em wek civaka êzidî heya dilopa dawiya xwîna me hebe em li pey gelê xwe yê Rojava ne. Em wê gelê me yê ku îro tî, birçî di sermayê de li berxwedidin silav dikin. Di heman demê de şervanên ku di çepera de berxwe didin û axa xwe dibarêzin silav dikin. Her wiha em bejna xwe di şexsê heval Ziyad û Heval Denîz de li beranber hemû şehîdan ditewînin. Heya dawî jî tu carî fikrê Rêber Apo xilas nabe li ser rûyê erdê, fikrê Rêbertî li Kobanê, Heleb û Efrînê li berxwe da û bi serket yê îro jî êrîşê Kobanê dikin êrîşê fikrê Rêbertî dikin wê li beranber vê fikrê ew ê li Kobanê binbikevin. Li Şingalê DAÎŞ hat bi saya fikrê Rêbertî êzidiya li berxwe da û DAÎŞ têk birin. Li ku derê dibe bila bibe mirovên ku mirovahiyê diparêzin wê bi ser bikevin. Rêbertî jî bi fikrê xwe mirovahiyê dibarêze û wê mirovahî bi ser bikeve di şexsê berxwedaniya li Rojava pêşdikeve de. Em li vir dibêjin, em wek civaka êzidî heya dawiyê li pey gelê xwe yê Kobanê ne, Heleb û Efrînê ne çi ji destê me were em ê bikin ji bo gelê xwe yê Rojava."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî fikrê Rêbertî, Bijî berxwedana Rojava, Jin jiyan azadî" bi dawî bû.







