Dayikên Aştiyê: Destê xwe ji ser gelê Kurd vekişînin
- 15:38 26 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ji bo êrişên li ser Rojava şermezar bike, çeleng danî pêşiya Bolyozxaneya Îngîltereyê û daxuyanî da. Dayika Aştiyê Sabîha Bozan diyar kir ku dayik şer naxwazin.
Çekdarên hikûmeta demkî ya Şamê bi piştgiriya Tirkiyeyê tevî biryara agirbestê jî êrişî Rojava dikin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî ji bo piştgirî bide Rojava li navçeya Beyogluyê li pêşiya Bolyozxaneya Îngîltereyê daxuyanî da.
Dayîkên Aştiyê, aktîvistên TJA, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Dayikên Aştiyê dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava û Jin Jiyan Azadî” berz kir.
Dayikên Aştiyê xwest çeleng deyne ber deriyê balyozxaneyê lê polîsan êrişî dayikan kir. Lê tevî êrişa polîsan jî dayikan çeleng danî û daxuyanî dan.
‘Dayik şer naxwazin’
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan axivî û diyar kir ku ew wekên aştiyê li vir in û got: “Dayik şer naxwazin. Ew hatin li pêşiya Balyozxaneya Îngîltere lê êriş me kirin. Me xwest peyama aştiyê bidin lê destûr nedan. Lê Dayikên Aştiyê wê herin derî.”
‘Bila destê xwe ji ser gelê Kurd vekişînin’
Paşê jî Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî. Sultan Bozkurt anî ziman ku ew li vir DAIŞê şermezar dikin lê êrişî wan tê kirin û got: “Trump tucarê xwînê ye. Îngîltere jî wisa ye. Bila destê xwe ji ser gelê Kurd vekişînin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.







