Fransa, Almanya, Brîtanya û DYA banga agirbesta mayînde kirin
- 20:10 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fransa, Almanya, Brîtanya û DYA derbarê pêşketinên li Sûriyeyê û êrîşên li dijî Kurdan de daxuyaniyek hevpar dan û ji bo Rojava banga agirbesta mayînde kirin.
Li ser malpera Wezareta Derve ya Fransayê derbarê civîna Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Serap Guler û Nûnerê Taybet ê DYAyê Tom Barrack daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku “Peymana entegrekirina aştiyane û domdar a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di dewletek yekgirtî, berfireh û serwer armanc dike were bicihanîn”. Çar dewletan banga agirbestek mayînde kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em dirêjkirina agirbesta ji bo 15 rojan a di 24 ê Çileyê navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye ragihandin bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku girêdayî agirbestê bimînn û xweragiriya herî zêde nîşan bidin. Her wiha em hemû aktorên derve vedixwînin ku ji bo misogerkirina aştiyê û kêmkirina tundiyê tevlî hewldanên me bibin.
Em erka hemû aliyan ji bo parastina sivîlan û binesaziya sivîl dubare bi bîr dixin. Em avakirina korîdorên mirovî ji bo bi ewle û bê astengî alîkariyê bigihîne mirovan bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em tekez dikin ku pêwîstiya parastina van korîdoran û li bajarê Kobanê ji nû ve destpêkirina xizmetên bingehîn heye.
Em Iraq, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk jî di nav de ya hevkarên me rola wan a jiyanî di destgirtina gefên ku ji hêla DAIŞê ve têne çêkirin bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Em bang li hemû aliyan dikin ku bi lez li ser agirbestek mayînde li hev bikin û li ser bingeha peymana 18ê Çileyê ji bo Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku mafên hemû welatiyan bi bandor di dewletek yekgirtî û serwer de bê entegrekirin, demildest ji nû ve dest bi muzakereyan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo bidestxistina aramiyê li Sûriyeyê ev rê ya herî bibandor e.
Em careke din destnîşan dikin ku pêwîstiya berdewamkirin û baldarbûna ser hewldanên hevpar ên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê heye. Em bang li hemû aliyan dikin ku ji her valahiyek ewlehiyê di navendên ragirtinê yên girtiyên DAIŞê û derdora wê de dûr bisekinin. Ji bo van fikaran bigirin dest, me li hev kir ku demildest Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê civînekê li dar bixe.
Em piştgiriya xwe ji bo pêvajoyek veguheztina siyasî ya berfireh li Sûriyeyê ku mafên hemû Sûriyeyiyan diparêze, ji nû ve piştrast dikin. Em diyar dikin ku aramiya aştiyane ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşîgirtina li vejîna terorê û misogerkirina ewlehiya herêmê girîng e. Em destnîşan dikin ku peymanên di navber aliyan de ku armanca wê ji bo Bakur û Rohilatê Sûriyeyê di nav dewleteke serwer, hemûgir û yekpare de bi aştiyane û domdar were entegrekirin bi cih bînin, bi hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî re amadene ku piştgiriyê bidin û bişopînin.







