Xelkê Mexmûrê ji bo Rojava alîkarî kom kir
- 21:32 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Wargeha Mexmûrê ji bo gelê li Rojavayê Kurdistanê alîkariya madî kom kir.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî ku zêdeyî şeş salin di bin dopêçê de ye jî di nava xwe de ji bo gelên li Rojavayê Kurdistanê alîkarî kom kirin.
Bi kombûna çalakvan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê alîkariya ku li wargehê hatî komkirin bi daxuyaniya ku ji aliyê Mamoste Mele Şirîn ve hat ragihandin.
Mamoste Mele Şirîn Çetîn di destpêka axaftinên xwe de êrişên di 6’ê Çileyê de li Rojavayê Kurdistanê hatî destpêkirin bi bîrxistin û got: “Ev plana ku di pêşengtiya deweleta Tirk tê meşandin, heta niha bê navber berdewam dike. Di vê qirkirinê de armanc tunekirin û têkbirina gelê Kurde. Em weke gelê wargehê vê xeteriyê dibînin û di ferqa vê xeteriyê de ne. Ji ber wê yekê ji 6’ê mehê roja qirkirinê heta roja îro gelê me di nava çalakiyan de ne, lê em vê tu carî bes nabînin. Dilê me dixwest eger derfeta rê bidaba, dorpêça li ser nebûya, me yê mil bi milê we li hemberî dijmin şer bikiriba. Le mixabin ew derfetê me nîne, ji ber wê her çiqas nebe bersiv ji bo berxwedan û lehengiya we me di nava xwe de li gorî derfetên xwe yê koçberiyê kampanyayek ya alîkariyê daye destpêkirin.
Em dizanin cîhada bedenî û bi laş pêwîste ji bo me û li ser me ferze. Lê belê ji ber ku me ew derfet nîne ji bo wê me xwest em bibin şirîkê berxwedana we bi awayek madî. Gelê wargehê li gorî derfetên xwe bi awayek dilgerm nêzîkî vê kampanyayê bû. Me 26 milyon dînarê Iraqî kom kirin û emê bişînin ji Rojava re. Em hêvîdarin gelê me yê Rojava bi vê xelata me ya pir kêm hêja bibîne. Em vê mesajê didin, em dibêjin di hemû şert û mercan de em li gel we ne û em tu carî dest ji we naberdin. Ji ber ku hûn parêzvanên rûmeta hemû gelê Kurdin. Serkeftina we, serkeftina hemû gelê Kurde, bikeftina we jî têkçûna rûmeta Kurde.”
Mele Şirîn wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Wek gelê wargehê em bang li her çar aliyên Kurdistanê dikin ku her kes bi rûhekî ferdakarî bersiv bide vê daxwazê. Kurdê li her derê di aliyê madî û menewî de ji bo parastina rûmeta xwe bikeve nava tevgerê. Îro rûmeta gelê Kurd di xeteriyê de ye, bila kes nebêje ji min re nexeme, eger Rojava biçe wê rûmeta gelê Kurd binpê bibe û wê bi qirkirinên nû re rûbirû were.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ bidawî bû.







