Jina ji Hesekê bang kir: Em natirsin
- 23:15 27 Çile 2026
- Rojane
RIHA – Welatiya Hesekê ku di têkoşînê de cih digire di peyama parve kir de wiha got: “Ji zarokên me heta kal û pîrên me, em ji bo têkoşînê amade ne.”
Êrîşên DAIŞ-HTŞ û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin. Piştî êrîşan li Rojava seferberiya giştî hat îlankirin. Piştî vê gel dest bi berxwedanê kir. Welatiya Hesekê ya di berxwedanê de cih digire peyamek parve kir.
‘Em natirsin, em ê netirsin’
Di peyamê de wiha hate gotin: “Colanî DAIŞ’î bû. Hat serê Sûriyeyê. Colanî dibêje qey em jê ditirsin. Em tev zarokên xwe kal û pîrên xwe ji bo têkoşînê amade ne. Em tu car ji Colanî netirsiyan û em ê netirsin. Roj roja şer e. Li Çilaxa kemîn danîn lê ew bixwe ketin kemîna xwe. Em ji kesî natirsin. Li vir jin, ciwan, kal û pîro hemû kes ji bo parastina cewherî amade ne.”







