Piştgiriya ji bo Rojava didome:Em ê li dijî tarîtiyê ligel hev bin

  • 21:58 27 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê de li dijî êrişên li ser Rojavayê daxwaza rawestandina êrişan û krîza mirovî hat kirin. Di daxuyaniyan de îşaret bi berdewamiya hevgirtinê bi gelê Rojavayê re hat kirin.
 
Çalakiyên li dijî êrişên li ser Rojavayê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, berdewam dikin. Di çalakiyan de daxwaza tavilê rawestandina êrişan hat kirin û îşaret bi krîza mirovî ya li herêmê hat kirin.
 
Mersîn
 
Li Tarsûsa Mersînê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de de îşaret bi kuştina Baran Ebdî hat kirin û hat gotin ku ew ê rê nedin ku bûyer were veşartin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî axivî. Bozan diyar kirin ku kuştin encama dijminatiya li dijî Kurdan e.
 
Mûş
 
Li Mûşê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mûşê, êrişan bi çalakiya ronahiyê protesto kir. Meş ji Taxa Yeşîlce heya Kolana Cumhûriyetê dewam kir. Nûerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratik beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên wekî "Her der Rojava, her der berxwedan" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.
 
Stenbol
 
Li Kadikoy a Stenbolê rêxistinên ciwanan li Qada Khalkedonê daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava teslîm nayê girtin" hatin berzkirin. Li ser navê beşdaran Ayşe Topçûoglûyê axivî. Ayşe Topçûoglûyê îşaret bi êrişên HTŞ'ê yên li ser Rojavayê hat kirin û got ku ew ê hesab ji kujeran bipirsin.
 
Aydin û Kuşadasi
 
Li Aydinê DEM PArtî, Tîp û EMEP bi hev re daxuyanî dan û li Kûşadasiyê Platforma Piştevaniyê ya Bajêr a Kûşadasiyê daxuyanî da. Di çalakiyan de piştgiriya ji bo Rojavayê hat ragihandin. Di daxuyaniyan de êrişên HTŞ'ê û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirinhatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku êriş, tevî agirbestê, krîza mirovî kûrtir dikin.
 
Enqere
 
Li Enqereyê, Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê li Kolana Yukselê kom bû. Girse dema ber bi Kuçeya Konûrê diçû, ciwanên li wir xwestin beşdar bibin. Lê polîsan ew astengkirin. Ciwanan di dorpêça polîsan de tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Kurdistan goristan bo faşîstan" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dest ji xurtkirina piştevaniya ji bo Rojavayê bernedin.
 
Gever
 
Li Taxa Ormanê ya Gever a Colemêrgê bi sedan ke bi meşeke meşaleyî êrişên li ser Rojavayê protesto kirin. Di meşê de tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava hatin berzkirin. Her wiha ciwanan di çalakiyê de sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin. Rêyên kuçeyên taxê hatin girtin û fîşekên hewayî hatin teqandin.
 
Her wiha li seranserê bajêr çalakiya ronîvêxistin û tefandinê hat lidarxistin.