Li Bartinê tundiya mêr: Jinek hat qetilkirin
- 22:20 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bartinê jina bi navê Rukiye Çakir ji aliyê Nîhat Çakir ku pê re zewicandî bû ve hat qetilkirin.
Li gundê Derbent a Bartikê jina bi navê Rukie Çakir(44) ji aliyê mêrê bi navê Nîhat Çakir(58) ku pê re zewicandî bû ve bi tifinga neçîrê hat qetilkirin. Piştre gumanbar bi heman tifingê întîxar kir. Piştî welatiyan agahî da ekîbên cenderme û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên kontrol kirin diyar tespît kirin ku her du jî kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat hînbûn ku malbata ku 4 zarokên wan hene, dema bûyerê de ne li malê bûne. Cenazeyên Rukiye Çakir û Nîhat Çakir rakirin morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







