Gelê Rojava li taxên xwe nobetê digirin

  • 00:27 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Rojavayê Kurdistanê li nuqte û bendên xwe ne, parastina taxên xwe li hember gef û gurên heyî dikin.
 
Gelê Rojava, li ser bingeha seferberiya giştî ya parastina tax û kolanên xwe, bi awayekî komî û tabûran rêxistinên xwe dewam dikin, di nobedariyê de ne.
 
Ev kom li ziqaq, kolan û taxan belav dibin, bi ruhekî berpirsiyarî û hevgirtinî tev digerin. Nuqte û bendên kontrolê li nava bajêr û têketinê danîne.