Li Îranê bîlançoya qirkirinê mezin dibe

  • 13:00 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê protestoyên li dijî rejîmê berdewam in. 
 
Çalakiyên protesteyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê 31 roj li dû xwe hiştin. Human Rights Activists News Agency (HRANA), bîlançoya 31 rojên çalakiyan aşkere kir. HRANAyê ragihand ku heta niha mirina 6 hezar û 221 kesan piştrast kirine. HRANAyê da zanîn ku ji kesên ku hatine kuştin 100 jê zarok in, 49 kes kesên ku tevli çalakiyan nebûne ne. Herwiha HRANAyê da zanîn ku 214 kesên ku girêdayê rejîmê de jî di çalakiyan de hatine kuştin.
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku înternet hêj jî nehatiye dayin û pêla girtinên girseyî berdewam in. Bi domdarî hate destnîşankirin ku li Malardê têkildarî protestoyan danişîna ewil hate lidarxistin û wiha hate gotin: “Di dadgehê de, zext û gefên li dijî xebatkarên tenduristiyê cih digirin. Şêwazê birêvebirina danişînê, bi taybet jî parêzerên ji hêla dadgehê ve hatine tayînkirin li dijî bersûcan îfadeyan didin û ji ber ku ne li gorî standartên darizandina adilane ne, rastî rexneyan tên. Înternet hêj jî nehatiye dayin. Tevdîrên ewlehiyê yên rêbazên xwegihandina înternetê yên alternatîf jî hatine zêdekirin. Rapor nîşan didin ku gelek cîhazên Starlînkê yên weke ‘malên li dijî ewlehiyê’ tên pênasekirin, hatine bidestxistin. Dibistan û hinek avahiyên cemaweriyê weke baregeh tên bikaranîn.”