Li Artûklûyê ji bo Rojava peyama piştevaniyê hat dayin

  • 14:19 28 Çile 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Artûklûyê di daxuyaniya ji bo Rojava de, hat gotin ku Gelê Kurd li dijî êrîşan li çar parçeyên Kurdistanê li ser piyan e.
 
Bi pêşengiya DEKUP’ê li taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji bo êrîşên li dijî Rojava daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan, sazî û dezgeh û gelek kes beşdarê daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hat verkirin. Beriya axaftinê dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin.  
 
Piştre parlamenter George Aslan axivî. George Aslan destnîşan kir ku Gelê Kurd bi rojan e ji bo Rojava li ser piyan e û got, “Gelê Kurd li her derê ji bo aştiyê bang dike. Gel bi rojane dengê xwe bilind dike ji bo şerê li ser Rojava bisekine.  Hemû kesên li Rojava xizmên me ne. Em jî bi awayekî mafdar îro ji bo wan dengê xwe bilind dikin. Em bang dewletê dikin; bertekên xwe ne nîşanê Gelê Kurd, nîşanê HTŞ û çeteyan bikin. Li dijî mirovahiyê dijminatiyê dikin. Divê li dijî wan derbikevin.”
 
George Aslan destnîşanê pêvajoya çareseriyê kir û wiha domand, “Piştî ku Birêz Abdullah Ocalan bi komployê radestî Tirkiyeyê hat kirin şûnde li çar parçeyên Kurdistanê gel rabû li ser piyan. Îro ev roj jî wek wê rojê ye. Hemû gel îro wek wê rojê dîsa li ser piyan e.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” ve bi dawî bû.