Amerîkaya Latîn ji bo Rojava banga piştevaniyê kir
- 13:17 28 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Partiya Sosyalîzm û Azadiyê ya Brezîlyayê (PSOL) û Eniya Çepgiran a Arjantînê (Frente de Izquierda) êrîşên li ser Rojava banga piştevaniya navneteweyî kirin.
Parlamenterên Partiya Sosyalîzm û Azadiyê ya Brezîlyayê (PSOL) û Eniya Çepgiran a Arjantînê (Frente de Izquierda) di daxuyanî û peyama xwe ya bidîmen de nerazîbûnên xwe nîşanî êrîşên çeteyên hikumeta û dewleta Tirk dan.
Rêveberiya Neteweyî ya PSOL’ê da zanîn ku êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (DAANNES) li hemberî rêveberiya demokratîk û gelparêz êrîşeke rasterast e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev pêvajo gefê li yek ji tecrûbeyên Rojhilata Navîn ên herî civakî û demokratîk dixwe û bal kişand ser zextên siyasî, paşveçûna têkildarî mafên jinan û zexta li ser rêveberên xwecihî. SPOL’ê bang kir ku DAANNES di qada navneteweyî de were naskirin.
Parlamentera Eyaleta Buenis Aires a Yekîtiya Eniya Çepgiran a Arjantînê Monica Schlothauer jî di peyama xwe ya bidîmen de erîş weke ‘’polîtîkayeke qetlîamker’’ pênase kir.
Monica Schlothauer diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a azadî û diyarkirina çarenûsa xwe û da zanîn ku wan pêşnûmaya şermezarkirin û piştevaniyê pêşkêşî Meclîsa Eyaleta Buenis Airesê kiriye. Di peyama xwe de bi taybetî berxwedana jinan a li Rojava silav kir.
Parlamentera PSOL’ê Maria Naconchi jî diyar kir ku êrîş di berpirsiyariya hêzên herêmî û navneteweyî de dest pê kirine, anî ziman ku parastina tecrûbeya li Rojava ya gelparêz û azadiya jinan esas digire, ji aliyê têkoşîna gelên cîhanê ve gelekî girîng e û banga xurtkirina piştevaniya navneteweyî kir.







