Li Mûş û Îdirê ji bo Rojava meş

  • 15:17 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li hember Rojava li Îdir û Mûşê meş hat lidarxistin û berxwedana li Rojava hat silavkirin. 
 
Li Mûş û Îdirê gel êrişên li hemberî Rojava bi çalakiyan şermezar kir. 
 
Îdir 
 
Li Îdirê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrîşên li ser Rojava meş hat lidarxistin. Di meşa ku ji Cadeya Cûmhûriyet heya Bîrdariya Mûsa Anter dom kir de, Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Nejla Demîr û Parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun jî di nav de, bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
 
Di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin û pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hate hildan.
 
Nejla Demîr axivî û diyar kir ku divê deriyên sînor bên vekirin û alîkarî bigihije Kobanê.
 
Yilmaz Hun jî bang kir ku êrîşên li ser Rojava bên sekinandin û piştevanî were mezinkirin.
 
Meş piştî daxuyaniyê bi dawî bû.
 
 
 
Mûş 
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Mûşê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de parlamentera DEM Partiyê Sumeyya Boz axivî û bal kişand ser êrişên destkeftiyên Gelê kurd. Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Girseya ku tevlî civînê bûn dûrê ber bi Qada Kobanê ve meş li dar xist. Di meşê de “Bijî berxwedana Rojava”, "Rojava rûmeta gelê Kurd e" hat berzkirin. Di meşê de jî parlamenter Sumeyye Boz axivî û bal kişand ser berxwedana Gelê Kurd. 
 
Piştî axaftinan meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.