Lîste û navnîşana alîkariya li Amedê bê berhevkirin hate ragihandin
- 16:02 28 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê lîste û navnîşana berhevkirina alîkariya ji bo Kobanê parve kir û xwest hemû gel piştgiriyê bide alîkariyê.
Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ku ji bo Kobanê dest bi alîkariya mirovî kiriye, daxuyanî da. Daxuyanî li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ya Mezoptamyayê hate lidarxistin û pêkhateyên platformê tev li bûn. Metna bi Kurmancî Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk û metna bi Tirkî jî Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Ercan Yilmaz xwend.
Daxuyaniya ji bo kampanya alîkariya mirovî bi vî rengî ye:
Li dijî krîza mirovî ya ku hefteyên dawî li Kobanê kûr dibe, piştî banga me ya duh a ji bo raya giştî, wekî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê me kampanyaya xwe ya alîkariya mirovî ya lezgîn daye destpêkirin. Ji ber koçberiya zêde û mercên giran ên jiyanê li herêmê, di gihîştina malzemeyên pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên cidî tên jiyîn.
Di vê çarçoveyê de, li gorî lîsteya pêdiviyan a ku ji qadê ji me re hatiye ragihandin, berhevkirina van malzemeyan dest pê kiriye:
Lîsteya pêdiviyên lezgîn; ava vexwarinê, malzemeyên xwarinê, berhemên hîjyenê yên jinan, şîr, xwarin (mama) û potikên (bez) zarokan, betanî, cil û bergên zivistanê (mont, qazax, bot).
Berhemên destê duyem nayên qebûlkirin.
Navendên berhevkirina alîkariyê; Qada Fuarê (ser rêya Xarpêtê) – Têkilî: 0 536 031 24 21, Otoparka Stadê Millet Bahçesi (Stadyuma Kevn) – Têkilî: 0 536 031 24 61
Tê plankirin ku hemû alîkariyên mirovî yên hatine berhevkirin, di ser Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bibin. Her wiha em radigihînin raya giştî ku; 30 tirên ku dê bi malzemeyên alîkariyê werin barkirin niha amade ne û bi girtina destûrên pêwîst re dê sewqiyat demildest pêk were.
Em bang li hemû gelê xwe û aliyên hestiyar dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya piştevaniya mirovî.”
Piştî daxuyaniyê Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun jî axivî û banga lezgî na alîkariya mirovî li xelkê Amedê kir.







