Li Çemçemalê peykerê keziyeke 5 metre

  • 22:41 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemalê peykerê keziyeke 5 metre dirêj ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin.
 
Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna berpirsên perwerdehê û xwendevanan, çend çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.
 
Çalakiyan bi deqeyek rêzgirtinê û bi gotina Sîrûda Netewî Ey Reqîb, destpê kirin.Piştre Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî, Dekanê Peymangeha Hunerên Bedew a Çemçemalê Dara Elî, peykerê Kezî yê pênc metre dirêj, ku ji  alî xwendevanan ve hatibû çêkirin û li ser bedena peymangehê hatibû danîn, vekirin.
 
Çend xwendekarên din yên peymangehê jî bi gotina helbestan tevlî çalakiyên piştgiriyê bûn.