Berxwedana gelê Rojava didome

  • 00:28 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojavayê Kurdistanê xwe di nava tax û kolanên bajaran de bi rêxistin dike, nobetê digirin.
 
Şêniyên Rojavayê Kurdistanê li hember gefên li dijî hebûnê li kolanên sereke û şaxî nobedariyê dikin, bajarên xwe diparêzin.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber rewşa awarte, êrişên çeteyên hikumeta demkî, çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî îlan kir. Gel bi rihekî berpirsiyane tevli bû, noqteyên parastinê li hundir û derveyî bajaran çêkirin.