Eyşe Efendî: Em rihê Kobanê yê 2014’an dipên

  • 09:08 29 Çile 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Endama Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ Eyşe Efendî da zanîn ku divê gelê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava dakevin qadan û wiha got: “Di 2014’an de çawa ku me destûr neda Kobanê bikeve em îro jî ji we vê dipên.”
 
Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin û di serî de hêzên HSD-YPJ’ê hemû gelê Rojava tevli seferberiyê bûn. Endama ‘Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ Ayşe Efendî ku di 2014’an de li dijî êrîşên li ser Kobanê li berxwe da, der barê êrîşên li ser Rojava de axivî.
 
‘Kobanê neket û wê nekeve’
 
Eyşe Efendî berxwedana ku di 2014-2015’an de li dijî êrîşên li ser Kobanê hatiye dayîn bi bîr xist û wiha got: “Em wê demê bi komploya navneteweyî re rû bi rû bûn. Komploya ji ser serokatiyê ku di 2014-2015’an de hat meşandin hîna didome. Li ser vê em bi rihekî neteweyî ku sînor bezandin tevgeriyan. Di serî de ciwanên Kurd, hemû Kurdan sînor bezandin û gihiştin Kobanê. Hemû cîhanê xwest Kobanê tune bike. Xwestin Kurdan ji holê rakin. Wê demê jî Tirkiye li pişt êrîşan hebû. Wê demê bi hezaran Kurd koçber bûn, bi hezaran hatin qetilkirin. Qirkirinek mezin hat jiyîn. Wê demê Erdogan her tim digot ‘Wê Kobanê bikeve’. Lê em dibînin ku Kobanê neket û wê nekeve.”
 
‘Rihê seferberiyê nehişt Kobanê bikeve’
 
Eyşe Efendî daxuyakirin ku rihê Kobanê hîna zindî ye û got li Kobanê jiyanek heye û got: “Kobanê Rojava li ser piyan hişt. Kobanê di alî siyasî, erdnîgarî û dîplomatîk de xurt e. Di vî alî de Kurd bûn yek û komploya li ser Kobanê vala derxistin. Çawa ku komploya li ser serokatiyê vala hat derxistin, bi berxewdanê komploya li ser Rojava û Kobanê jî vala hat derxistin. Rihê yektiya Neteweyî li her çar lî Kurdistanê derket holê. Bi rihê yekitiya neteweyî pêşmerge jî bi çekên xwe gihiştin Kobanê. Gelê Kurd bûn yek. Nehiştin Kobanê bikeve. Gelê Kobanê hîna li ser piyan e.”
 
Kobanê di bin dorpêçê de ye
 
Eyşe Efendî bi lêv kir ku ew hîna di serê sala 2026’an de ne ji aştiyê bi hêvî ne û wiha balkişand ser banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirinê. Eyşe Efendî wiha bi lêv kir: “ Tevî pêvajoyê êrîşê Rojava kirin. DAIŞ ya ku mirovan qetil dike, serjê dike zindî kirin. Dewleta Tirk di nava vê de ye. Êrîşa li dijî Rojava dîsa xistin dewrê. Di salvegera rizgariya Kobanê de dîsa êrîş kirin. Ev rewş tê wateya ku hemû Rojava di bin dagirkirinê de ye. Çawa di 2014’an de qirkirin pêk anîn niha jî dikin. Zarok ji serma jiyana xwe ji dest didin. Av, ceyran, sotemenî û hemû hewcedarî birîn. Kobanê di bin dagirkirinê de ye.”
 
‘Bila gelê Kurdistanê xwedî li Rojava derkeve’
 
Eyşe Efendî yekîtiya neteweyî ya Kurd a di 2014’an de hatiye avakirin bi bîr xist û wiha dawî lê anî. “Ji wê demê  heta niha yekîtiya Kurd pêk hat. Ez carek din bang li gelê Bakur dikim; me çawa di 2014’an de destûr neda ku Kobanê bikeve em îro jî heman tiştî dipên. Ez şahida wê demê me. Ciwanên Kurd sînor bezandin û gihiştin Kobanê. Sînor ji holê hatin rakirin. Em ji bo her kesî spas dikin. Cîhan li dijî hêza Kurdan matmayî ye. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em naxwazin dayik rondikan bibarînin. Berxwedan jiyan e.”