Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 181’emîn didome

  • 21:34 30 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 181’emîn, di roja 925’an de didome.
 
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 181’emîn, di roja 925’an de didome. 
 
Beriya ku çalakî were dewirgirtin di şexsê cangorî Ehmed Hêmin Omer de ji bo tevahî cangoriyên Rojavayê Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 180’emîn Bêrîvan Îşlek axivî. 
 
‘Bêyî Rêbertî aştî pêkan nebe’ 
 
Bêrîvan Îşlek diyar kir ku yekane riya rawestandina şerên li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Her kesê ku dixwaze azadiya xwe û civakê mîsoger bike, pêwîste ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîn bike. Ji ber ku heta Rêbertî bi fîzîkî azad nebe, wê şer ji Rojhilata Navîn xilas nebe û aştî pêkan nebe. Em nêzî 15’ê Sibatê dibin, hêzên hegemon wê demê de xwestin Rêbertî teslîm bigrin. Lê Rêbertî bi berxwedan û felsefeya xwe komplo vale derxist. Di heman demê de jî gelê Kurd bi hêza ku ji felsefeya Rêbertî girtî, komplo pûç kir.” 
 
‘Bi şerê Rojava re tevayî gelê Kurd bû yek’ 
 
Bêrîvan Îşlek bal kişand ser êrişên ser Rojavayê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Em dibînin li Rojavayê Kurdistanê heman komplo tê meşandin. Dixwazin êrişî gel û jinê bikin. Dixwazin tola xwe ji jina azad bigrin. Ji ber ku dizanin projeya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk îro li Rojavayê Kurdistanê şîn bûye û dengê xwe gihandiye tevayî cîhanê. Her ku ew komplo pêk bînin û dagirkeriyê bikin, wê gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe vale derxînin. Bi şerê Rojava re tevayî gelê Kurd bû yek. Ji ber vê divê em hîn zêdetir têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin ji bo ku em Rêbertî bi fîzîkî azad bikin.” 
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.