Berxwedana gelê Kobanê didome
- 21:25 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê Kobanê bi rojane li Qada Jina Azad a Kobanê çalakiyan li dar dixin. Gel li Qada Jina Azad agir pêxist û govenda azadiyê gerand.
Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li Qada Jina Azad kom bûn, diruşmên “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahîd Hesen axivî û got: “Em Kurdên sedsala 21an in, dijmin tu carî nikare vîn û hêza me têk bibin. Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bibin û tişta ku ji me tê xwestin, berxwedanî ye. Em niha di destpêkeke nû de ne, divê em baldar bin û rihê xwe yê berxwedanê xurtir bikin û xeta berxwedanê ji xwe re bingeh bigirin.”
Pişte şêniyan agir pêxist, li ber stranan govenda azadiyê gerandin.







