Rêxistina Mafên Mirovan bîlançoya meha Çile aşkera kir
- 00:29 2 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye bîlançoya sûc û binpêkirinên ku çeteyên hikumeta demkî û DAIŞ’ê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine aşkera kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye bîlançoya binpêkirin û sûcên çeteyên hikumeta demkî, DAIŞ’ê yên di meha Çileyê de li taxên Helebê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine parve kir.
Sûcên qetilkirinê yên li Efrînê:
*4 jin hatin qetilkirin, bêyî ku kujer û ajoyên qetilkirinê werin naskirin.
*Ciwanek li Tebqayê hat qetilkirin, serê wî ji gewde hat birîn.
*Welatiyek dema ji Tebqayê ji ber êrişan berê xwe dide Efrînê hat qetilkirin.
*Welatiyek din di dema koçberiya ji Reqayê de hat qetilkirin.
Heleb
*Di êriş û topbaranên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve zêdetirî 1200 kes hatin qetilkirin, ji wan 100 kes hatin tespîtkirin.
*Pitikek ji ber kişandina gaza îsotê di Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Helebê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da.
*Li gorî tibî şerîî, hîna zêdetirî 270 cenaze di berada tibî ya li taxa Cib El Qubê ya Helebê de ne. Hin jî bêyî agahiya malbatên wan li goristana Niqêrîn a Nû hatin definkirin.
Kobanê
*14 kes di nav de 12 kes ji du malbatên ji Reqayê koçber dikirin hatin qetilkirin.
*5 kes ji ber topbarana li gundewarê Kobanê hatin qetilkirin.
*Parêzerek di koçberiya ji Reqayê de hat qetilkirin.
*Li Efrînê 3 xort û keçkek hatin revandin.
*Li Şêxmeqsûd û Eşfriyê jî zêdetirî 2 hezar kes di nav de jin û zarok hatin revandin.
Til Hasil
*Parêzerek dema diçû Helebê hat revandin, piştî 3 rojan hat berdan.
*2 jin ji ber koçberiya ji Tebqa ber bi Hesekê ve birîndar bûn.
*Zêdetirî 150 kes di nav de jin û zarok ji ber topbaran û pevçûnan birîndar bûn.
*3 zarok ji ber topbaranê li gundewarê Kobanê birîndar bûn.
*7 kes di nav de jin û zarok birîndar bûn.
Ev bîlanço ne giştî ye, ji ber ku astengî hene ku xwe bigihînin gelek herêman, tenê ev agahî hatin bidestxistin.”







