Ji bo Pinar Karataş edalet hat xwestin

  • 19:16 2 Sibat 2026
  • Rojane
MANÎSA - Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ji bo Pinar Karataş a ku di qonaxa berî veqetînê de ji aliyê mêrê pê re jiyan dikir ve hatibû kuştin, li Manîsayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku kuştina jinan bi polîtîkayên bêcezatî û xemsariya dewletê zêde dibe.
 
Li ser banga Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin gelek jin li Horozkoy a Bazara Girtî ya Manîsayê civiyan û pankarta “Polîtîkayên bêcezatî, zincîra îhmalkariyan, mirina Pinar karê desthilatê ye” vekirin. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin û dowîzên ”Ji bedenan, ji giyanan, ji hiş û seran dest jê bikişîne”, “Ji bo Pinar Karataş edalet”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Êdî bes e” hatin hildan.
 
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Seroka CHPê ya parêzgeha Manîsayê Îlksen Ozalper ve hate xwendin. Ozalper got ku kuştina Pinar Karataş ne bûyereke takekesî ye û ji ber ku jin nayên parastin mêr tên cesaretkirin.
 
Ozalper di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kuştina jinê ne qeder e. Ev mirin dikarin bên rawestandin. Erka dewletê parastina mafê jiyana jinê ye. Êdî em ne tenê gotin, em encam dixwazin. Heta ku hesabê Pinar Karataş bê pirsîn û jin xwe ewle hîs bikin, em ê şopdarên vê têkoşînê bin.”
 
Di daxuyaniyê de jin gelek caran durişmên “Em ê kuştina jinê rawestînin” û “Hesabê Pinar dê bê pirsîn” berz kirin.
 
Daxuyaniya çapemeniyê bêyî bûyer bi dawî bû.