Viyan Soran hat bibîranîn

  • 19:16 2 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya welatparêz û rêxistinên jinan li Goristana Girê Seywan a bajarê Silêmaniyê Viyan Soran di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
 
Li Goristana Girê Seywan ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya gelek welatparêz, çalakvan û rêxistinên jinan, Viyan Soran di 20’emîn salavegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.
 
Di çalakiya bibîranînê de wêneyên  Viyan Soran hatin bilindkirin û dirûşmeyên azadiyê hatin berzkirin. Di çalakiyê de soza şopandina rêya şehîd Vîyan û hemû şehîdên di ber azadiya gel, serokatiya xwe û welatê xwe de canê xwe feda kir, hate dayîn.
 
Merasîma bibîranînê di kesayeta  Viyan Soran de, ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştre çalakvan Rûnak Mecîd axivî; “Îro em şehîdekî ku 20 sal berê li dijî zilma li ser Rêber Abdullah Ocalan derket û çalakiya fedayî kir, bi bîr tînin. Wê bi agirê bedena xwe komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şewitand. Xeteriyên ku wê li dijî tevger, welat û gelê me hîs dikir hîn jî ji aliyê dijmin ve tên afirandin.”
 
Girêdayî mijarê Înîsiyatîfa Jinên Başûr daxuyaniyekê da, daxuyanî ji aliyê Jarîn Husên ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd bi êrişeke dijwar re rû bi rû ye ku piştî sedsalekê ew dixwazin peymanên kevin ên li dijî Kurdan nû bikin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku keç û xortên Kurd li Rojavayê Kurdistanê singê xwe kiriye mertal û mîna şehîd Viyan Soran ji bo parastina welat şer dikin.
 
Di daxuyaniyê de helwesta welatparêz a xelkê Başûr ku her tim li dijî komploya desthilatdaran rawestiyaye, hate silavkirin. Beşdaran soz da ku heta azadiya Kurdistanê bi dest bixin, ew ê li ser rêya şehîdan têkoşîna azadiyê berdewam bikin û ala têkoşînê li hemberî hemû dagirkeran bilind bikin.