Heyeta hikûmeta demkî gihişt Qamişlo
- 18:14 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeteke endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî di çarçoveya lihevkirina 30’ê çileyê ya de derbasî Qamişloyê bû.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 30’ê çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, îro hejmarek sînordar a hêzên ewlekariyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê de derbasî bajarê Qamişloyê bûn.
Li gorî peymanê endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên hikûmetê û yên herêmê wê li ser entegrasyonê kar bimeşînin.
Duh jî hejmareke hêzên ewlekariya hundirîn ên hikûmeta demkî derbasî Hesekê bibûn.







