Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
- 13:19 7 Sibat 2026
- Rojane
ŞIRNEX - 117 welatiyên 10 sal berê di dema qedexeya derketina kolanan di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza domandina têkoşîna wan hate dayin.
Di 14’ê Kanûna sala 2016’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Qedexe, 79 rojan berdewam kir. Di dema qedexeyê de 177 jê di jêrzemînan de bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Di jêrzemînan de ku weke “jêrzemînên wehşetê” tên binavkirin de 177 kes hatibûn şewitandin û qetilkirin. Bi boneya salvegera kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin, li Taxa Nûrê ya Cizîrê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li gel malbatên xizmên wan hatine qetilkirin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bîranînê bûn.
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Rêvebera MEBYA-DER’ê Esmer Çikmaz ku di komkujiyê de keça wê Yasemîn Çikmaz û kurê wê Vahap Çikmaz hatibûn qetilkirina axivî. Esmer Çikmazê got: “Em, qetlîamê şermezar dikin. Heman qetlîama 10 sal berê li Cizîrê hatibû kirin, îro li Rojava tê kirin. Em van qetlîaman tevan şermezar dikin. Em ê wan ji bîr nekin.”
Hevseroka DBP’a Cizîrê Aynûr Elçîoglû jî got ku dê kesên hatine qetilkirin ji bîr nekin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal jî anî ziman ku dê wehşeta hatiye kirin ji bîr nekin û têkoşîna xwe bidomînin.
Daxwaza eldaletê hat kirin
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî diyar kir ku dewletê 10 sal berê bi qetlîamê bersiv da daxwaza gel a xwerêvebirinê û got: “Em ê her tim ji bo kesên di jêrzemînan de hatine qetilkirin daxwaza edaletê bikin. Em ê ji kujeran hesabê bipirsin. Gelê kurd dê vê qetlîamê ji bîr neke.
Esmer Tunç ku di qetlîamê de kurên wê Orhan û Mehmet Tunç hatibûn qetilkirin jî got ku dê kesên di qetlîamê de hatin qetilkirin ji bîr nekin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.
Di bîranînê de ji bo kesên hatin qetilkirin mewlûd hate xwendin. Ji bo xêra wan xwarin hate dayin û dua hatin kirin.







