Li Îran û Rojhilat bîlançoya 41 rojan

  • 14:19 7 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê bîlançoya 41 rojên protestoyan parve kir û got ku 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 955 kes hatine qetilkirin û 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî lêkolîn dike. 
 
Çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 42’yan de berdewam in. Human Rights Activists News Agency (HRANA), rapora xwe ya bîlançoya 41 rojên çalakiyan aşkera kir. Li gorî raporê; 6 hezar û 955 mirinên piştrastkirî hene û 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 505 çalakvan ji hêla hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin. Hate gotin ku 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî tên lêkolînkirin. Hat destnîşankirin ku 11 hezar û 21 kes birîndar bûne, 111 jê xwendekar bi giştî 51 hezar û 251 kes hatine girtin, 11 hezar û 48 kes ji bo îfadeyê hatine vexwendin. Her wiha hate gotin ku hejmara kesên vîdeoyên “îtîrafan” ku hêzên rejîmê bi darê zorê axaftin pê dane kirin û di medyaya alîgirê rejîmê de hatine weşandin jî gihişt 311 kesan. 
 
Di raporê de her wiha cih da banga Sendîkaya Mamosteyên Alman a ji bo rejîmê ku dixwaze zextên xwe û qetilkirina çalakvanan bi dawî bike. Her wiha rexneyên lîderê ruhanî yê nifûsa Misilmanên Sunî yên Îranê Molavî Abdolhamîd a li dijî bêdengiya alimên olî ya li hemberî cînayet û zextên rejîmê jî di raporê de cih girt. 
 
Her wiha hakemê Premier Lig futsalê Niloufar Mir-Karimi jî ji bo protestokirina rejîmê îstîfa kir û got: “Di demeke xwîna welatiyan tê rijandin de mirov nikare jiyaneke asayî ragire.”