Gotin heye pratîk tuneye!

  • 09:03 8 Sibat 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Jin der barê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotinên Devlet Bahçelî yên wekê "Heta Anatolî negihêje aramiyê, Abdullah Ocalan negihêje hêviyê, Ahmet negihêjin merciyê, Demîrtaş venegere mala xwe biryara me zelale" bibîr xist û diyar kirin ku gotin pirin lê tiştekî hatiye kirin nîne. 
 
Pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin salek xwe tije dike û  hîna der barê azadiya fîzîkî ya muxatabê esas yê pêvajoyê Abdullah Ocalan de gavek nehatiye avêtin. Ji bo Abdullah Ocalan "Mafê hêviyê" hîna di rojevê de ye û  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 2014’an de di mijara mafê hêviyê de Tirkiye bi biryara "Ocalan-2" mahkum kir. Lê tevî 12 sal derbas bûye jî hîna tu sererastkirinek nehatiye kirin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma xwe ya heftane de a 3’yê Sibatê de ji bo Abdullah Ocalan banga mafê hêviyê kir. Devlet Bahçelî got: “Heta Anatolî negihêje aramiyê, Abdullah Ocalan negihêje hêviyê, Ahmet negihêjin merciyê, Demîrtaş venegere mala xwe biryara me zelale.”
 
Der barê mijarê de jinên li Şirnexê ji ajansa me re axivî. 
 
‘Birêz Ocalan azad bibe wê Rojhilata Navîn ji xwînê paqij bibe’
 
Dayika Aştiyê Melîha Atak ji mîkrofonên me re axivî û banga 27’ê Sibatê bibîr xist û got: “Piştî vê bangê bi her kesî re hêvî afirî. Piştiriya ji bo bangê û her wiha bidestxistina encamê wê aştiyê bîne û tu dayik negirîn. Mixabin gelek tiştên tên gotin hene. Lê yên hatine kirin tune ne. Behsa mafê hêviyê dikin lê tiştek nayê kirin. Ez wek dayikekê dibêjim ku bila her kes destê xwe bixe bin kevir. Bila her kes destê xwe bide Birêz Abdullah Ocalan. Bila Rêberê Gelê Kurd azad be. Ew ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo her kesî aştiyê dixwaze. Ji ber vê em dixwazin azad be.”
 
‘Gotinên Devlet Bahçelî formalîte ye’
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sîlopiyê Besê Cevîz jî diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga "Aştî û civaka demokratîk" bang li hemû cîhanê kiriye û wiha dirêjî dayê: “Bi Birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin lê encamek tuneye. Me jî gelek hevdîtinên gel pêk anîn. Xebat hatin meşandin. Lê hîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan gavek nehatiye avêtin. Em wek gelê Kurd dixwazin serokê me azad bibe. Birêz Ocalan ji bo hemû gelan têdikoşe. Tevî êrîşên li dijî Rojava hîna aştiyê diparêze.  Devlet Bahçelî der barê mafê hêviyê de axaftinek kiribû. Gelek tişt tên gotin lê tiştek nayê kirin. Gotinên Devlet Bahçelî formalîte ne.”
 
‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aycan Azman jî  diyar kir ku pêvajo saleke didome û wiha anî ziman: “Di pêvajoyê de xwedî mîsyonê Abdullah Ocalan e. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan gavek nehatiye avêtin. Her derê Rojhilata Navîn dişewite. Birêz Ocalan li dijî şer alternatîfek dît. Divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê û deriyên Îmraliyê bên vekirin.”