Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 09:28 8 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 154'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Polîtîkayên Dewletê yên Piştî Erdhejê: Berpirsiyarî, Xemsarî û Newekhevî" hate weşandin.
 
Di hejmara nû de mijarên wekî erdhej, şer, êrîş, karesat û kuştinên jinan, rejîma bêcezatiyê û avahiyên baviksalar û damezrandî cih digirin. Di vê hejmarê de tê eşkerekirin ku wêrankirina ku wekî xwezayî an neçar tê pêşkêş kirin, di rastiyê de ji hêla hilbijartinên siyasî ve tê hilberandin.
 
Hemû mijarên ku di vê hejmara nû de hatine destgirtin ev in:
 
*Sûcên erdhejê, Bêcezahiştin û Hilweşandina Bêdawî / Esra Çiftçi
 
*Nêrîna Zexm a Piştî Erdhejê: Seqetiya di Avakirina Nû de, Yextiyarî û Nexweşiya Kronîk / Sevcan Tiftik
 
*Rolên Zayenda Civakî ya di Karesatan de û Zirarên Jin û Zarok Dibînin / Melek Demir
 
*Ozgecan Aslan… / Yuksel Mutlu
 
*Êrişên Dawî yên li ser Rojava û Şoreşa Jinê / Bîrgul Daş