Nasnameya 222 kesên hatine kuştin, hatin piştrastkirin
- 14:23 8 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku nasnameya 222 çalakgerên Kurd hatine piştrastkirin ku ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di raporeke xwe de nasnameya 222 xwepêşanderên Kurd ku bi destê hêzên rejîma Îranê di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine qetilkirin, piştrast kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 222 xwepêşanderên Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê li bajarên cûda hatine qetilkirin û nasnameyên wan eşkere bûne.
Her wiha hatiye diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji destdane li bajarên Kirmaşan, Îlam, Tehran, Elborz, Loristan, Xoresana Rezewî, Esfehan, Hormizgan û Xozistanê hatine tomarkirin.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kiriye ku nasname û zanyariyên gelek welatiyên din yên Kurd ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, gihiştine destê wan û ew ji bo piştrastkirinê lêkolînan dikin.
Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanan de çekên şer bikaranîne, rasterast gule berdane serê xwepêşanderan. Her wiha saziyên ewlehiyê jî ji bo radestkirina cenazeyan pereyek zêde ji malbatan wergirine. Zext li malbatan hatine kirin ku di wefatnameya zarokên xwe de bêjin ‘Ji ber ketina ji bilindahiyan’ jiyana xwe ji dest dane û berpirsyartiya kuştina wan bixin stûyê xwepêşanderan de.







