Ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê li Pirsûsê bang kirin

  • 16:29 8 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA - Înîsiyatîfa Ji Bo Zarokan Aştî, bang li rayedaran kir ku Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê vekin. 
 
Înîsiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî, têkildarî dorpêça li ser Kobanê, li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji vir heta Rojava ji bo zarokan aştî”, “Ji bo zaroken welat dorpêçê bişkînin”, “Tişte ku di navbera sînoran de asê maye ne zarok in, mirovahî ye”, “Zarok ne kirdeyên şer lê yên aştiyê ne” û “Nabe ku zarok bên dorpêçkirin” hatin hilgirtin. Wekîlên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin, Ferît Şenyaşar, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên, “Bijî berxwedana zarokan”, “Zarok, jiyan, aştî” û “Li Kurdistanê zarokbûn polîtîk e” hatin berzkirin. Her wiha dovîzên li ser, “Ji bo zarokan aştî” û “Ji bo zarokan jiyaneke birûmet” dinivîsand hatin hilgirtin. 
 
Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku şer herî zêde bandorê li ser zarokan çêdike û got ku divê deriyê sînor ê Kobanê demildest bê vêkirin.
 
Ji Înîsiyatîfa ji bo Zarokan Aştî Eylem Kayaoglû metna daxuyaniyê xwend. Eylem Kayaoglû anî ziman ku ambargoya li ser Kobanê û êrişên DAIŞ’ê li ser herêma Kurdan herî zêde bandor li ser jiyana zarokan çêdike û wiha got: “Girtina deriyên sînor, bi taybetî deriyê Murşîdpinarê, rê li ber gihîştina alîkariya mirovî bo Kobanê û derdora wê digire. Girtina van rêyên alîkariyê binpêkirinek e eşkere ya erkên Peymana Cinevê û qanûna mirovî ya navneteweyî ya der barê parastina sivîlan e. Venekirina deriyên alîkariya mirovî her ku diçe xetereya jiyana zarokan zêdetir dike. Zarokên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî ku beşdarî xwepêşandanên aştiyane dibin, zarokên li dijî binpêkirinên mafên mirovan yên li Kobaniyê protestoyê dikin, û daxwaza vekirina rêyek alîkariya mirovî dikin, rastî binçavkirin, girtin, îşkence û muameleya xerab tên. Polîsan zarokekî 13 salî rakire hewayê û li erdê xist. Keçek 16 salî ya xwendekara pola 12’an, li ser medyaya civakî dîmenek parve kir. Ji ber parvekirina dîmenê ku tê de pora xwe dihûne, serê sibehê bi tohmeta ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye hat binçavkirin û girtin.”
 
Bang û daxwaz 
 
Eylem Kayaoglûyê bi domdarî got ku ji bo ewlehiya zarokan daxwazên wan ên lêzgîn hene û daxwazên xwe wiha rêz kir:
 
*Divê Deriyê Sînora Murşîdpinar û hemû rêyên mirovî bi lez werin vekirin da ku av, xwarin û derman bên şandin.
 
*Divê ji aliyê mekanîzmayên serbixwe û navneteweyî ve li ser sûcên li dijî zarokan ên ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê û HTŞ’ê ve hatine kirin, lêpirsîn bê kirin û ew ji ber sûcên şer bên darizandin.
 
*Divê hemû binçavkirin, girtin, îşkence û muameleya xerab a li dijî zarokên ku beşdarî xwepêşandanên li Tirkiye û Kurdistanê dibin, tavilê bi dawî bibe, û divê derbarê kesên li dijî zarokan sûcan dikin lêpirsînên bibandor werin destpêkirin.
 
*Divê hemû pratîkên ku ‘statûya zarokatiyê’ ya ji holê radikin, werin bidawîkirin.
 
*Divê hemû revandina dildarên alîkariya mîrovî, xwestina fidyeye, hemû tawanên girtina bi zorê, wekî tawanbariyên li dijî mirovahiyê werin hesibandin, û kesên ku hatine revandin divê bi lez û bê şert û merc werin berdan.”
 
Parlamentera DEM Partî Berîtan Guneş Altin jî destnîşan kir ku ew li Pirsûsê bang dikin ku deriyê sînor were vekirin û ev tişt gotin: “Heta zarok li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bigehejin mafên xwe dê têkoşîna me bidome. Herî zêde zarok rastî binpêkirinên mafan tên. 20 roj in li Kobanê di bin ambargoyê de ye. Tevî agirbestê jî ambargo didomê. Divê ambargo demildest rabê û deriyê sînor vêbe. Pitikên nû ji dayikbûnê bûne bê oksîjen in. Bi qasî ku ew zarok bê oksîjen bin, bila kes li bende nemînê ku em baweriyê ji aştiyê bînin. Cihê ku hûn aştiyê ava bikin deriyê Murşîtpinarê e. Ji bo wê em bang li rêyedarên dewletê dikin ku deriyê sînor vekin.”
 
Piştî daxuyaniyê girsê bi meş û berzkirina dirûşman derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bû.