Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî hate binçavkirin

  • 13:43 9 Sibat 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî bi hinceta ku "Li dijî destûra bingehîn helwest nîşan daye" li Îranê hate binçavkirin.
 
Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi îdiaya “helwesta li dijî destûra bingehîn” der heqê Azer Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin.
 
Artêşa Muhafizên Şoreşê, Serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esil ê eniyê Muhsen Emînzade jî ji heman dosyayê binçav kir. Rayedaran, îdiaya “xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin” weke hinceta binçavkirinê nîşan dan.
 
Azer Mansurî piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî bûbû seroka giştî yê eniyê.