'Felsefeya jin jiyan azadî li dijî komployê bû parastina cewherî'

  • 09:05 14 Sibat 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Neslîhan Şedal di nava 27 salan de komploya navneteweyî paradîgma azadiya jinê hedef girtiye û got: “Jinan paradîgma, xwedîderketina li serokatiyê, mezinkirina têkoşînê komplo vala derxist. Ji bo azadiya fîzîkî ya serokatiyê, divê li dora paradîgma serokatiyê bi awayekî xurt em bibin yek, têkoşîna xwe xurt bikin û li ber xwe bidin.”
 
Di encama komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd hat revandin û radestê Tirkiyeyê hat kirin. Tevî banga "Aştî û civaka demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir jî tecrîd didome û hîna dewletê gavek navêtiye. Tevgera Jinên Kurd li dijî komploya navneteweyî xwe rêxistin kir û bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bersiva komployê da.
 
Aktîvîsta  Tevgera Jinen Azad (TJA) û hevşaredara bajarê mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin der barê komplo û têkoşîna tê meşandin de axivî.
 
Neslîhan Şendal da zanîn ku di ser komployê de 27 sal derbas bûye û got: “Ji 9’ê Cotmehê 15’ê Sibatê pêvajo nirxandin qels dimîne. Ji ber piştperdeya wê girane û amadekariyeke mezin a rastiya komployê heye. Hêzên navneteweyî û Rojhilata Navîn di nokteyeke girîng de cih digirin. Li dijî rastiya Kurdbûnê û kolektîfbûna li dora serokatiyê wek xetere dîtin û komplo xistin dewrê.”
 
‘Komplo vala hat derxistin’
 
Neslîhan Şedal paradîgma demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk a Abdullah Ocalan gelek girîng e û modela jiyaneke ku hemû gel bi hev re bi awayekî azad û wekhev dijîn ya xist jiyanê jî gelek girîng e. Neslîhan Şendal wiha anî ziman: “Aliyê vê modelê ya herî girîn esasgirtina azadiya jinê bû. Ya pêşengiya vê paradîgmayê kir jin bûn. Ev paradîgma li dijî modela hêzên modernîteya kapîtalîst alternatîf bû. Xwedîderketina li vê paradîgmayê komploy anavneteweyî jî vala derxist.”
 
‘Bi pêşengiya jinan gelek çalakî pêk hatin’
 
Neslîhan Şedal diyar kir ku 27 sal in li dijî komployê têkoşînek mezin tê dayîn û wiha dirêjî dayê: “27 sal in jinên Kurd û gelê Kurd li dora Birêz Ocalan bûn yek. Jinan her tim diyar kirin ku tecrîd û girtina serokatiyê raste rast bi pirsgirêka azadiya jinê re girêdayê ye. Jinan gotin azadiya serokatiyê azadiya wan e û têkoşîn meşandin. Bi pêşengiya jinan gelek çalakî pêk hatin. Çalakiyên bi ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ destpêkirin û heta çalakiyên ‘Em bi hêviyê dimeşin azadiyê’ gelek xebat û kampanya ji aliyê jinan ve hatin meşandin. Di cihên tecrîd hat kirin de grevên birçîbûn û rojiyên mirinê hatin destpêkirin. Ketin rastiyeke têkoşînê ya xurt û mezin. Niha ji bo mayîndebûna banga ‘Aştî û civaka Demokratîk’ rêxistibûneke jinê ya berfireh tê meşandin. Ez dikarim bêjim ku jinan seferberiyeke rêxistinê ya xurt daye destpêkirin.”
 
‘Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê belav bû’
 
Neslîhan Şedal balkişand ser felsefeya "Jin jiyan azadî’ û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Serokatî di nirxandinên xwe de her tim dibêje têkiliya jinan bi jiyan û azadiyê re gelek xurt e. Di vê nokteyê de felsefeya ‘jin jiyan azadî’ afirand û li cîhanê belav bû. Li dora ‘jin jiyan azadî’ têkoşîneke jinê ya enternasyonal derket holê. Dengê ‘jin jiyan azadî’ bilind bû. Li Rojava bi pêşengiya jinan şoreş pêk hat. Berxwedan hat mezinkirin. Em dikarin vê nirxandinê bikin ku felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li dijî komployê parastina cewherî bû.”
 
‘Planên komploya duyemî vala hatin derxistin’
 
Neslîhan Şedal daxuyakirin ku di şexsê Rojava de hewldana 2’yemîn komployeke navneteweyî  pêk hatiye û wiha got: “ Di şexsê Rojava de bi kilifên nû komploya navneteweyî ya duyemîn pêş ket. Heman aktor dîsa hatin gelhev û hewl dan Rojhilata Navîn ji nûve dîzyand bikin, gelê Kurd ji kirdebûnê derbixin û Kurdan bê îrade bihêlin. Li ser vê xwestin plana nû bikin dewrê. Lê planên wan yên li ser maseyan ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd ve vala hat derxistin. Bi xwedî derketina li paradîgmayê komploya duyemîn vala hat derxistin.”
 
Neslîhan Şedal li ser tecrîdê jî sekinî û wiha anî ziman: “Rewşeke aştiyê ya di navbera du aliyan de heye. Ji ber vê divê şert û mer wekhev bin. Me her tim got di bin şertên tecrîdê de pêvajo baş nikare bimeşe. Divê mafê hêviyê pêk bê û azadiya fîzîkî ya serokatiyê pêk bê.  Ji bo azadiya fîzîkî ya serokatiyê, divê li dora paradîgma serokatiyê bi awayekî xurt em bibin yek, têkoşîna xwe xurt bikin û berxwe bidin.”