Doza destdirêjiya li zaroka 12 salî hat taloqkirin
- 14:15 5 Gulan 2026
- Hiqûq
ŞIRNEX - Doza der barê Abdûrrahman Yanar ku li Cizîrê bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokeke 12 salî kiribû, hat taloqkirin.
Danişîna doza der basrê Abdûrrahman Yanar de ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokeke 12 salî kiribû, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê hat lidarxistin. Abdûrrahman Yanar ê girtî, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Rêveberên Navenda Hevgirtinê ya Jinan a Berîvan Kûtlûyê jî danişînê şopandin.
Di danişîn de ku bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir, Abdûrrahman Yanar tiştên pê tê tawanbarkirin red kir û derpêş kir ku ew "serxweş" bûye.
Parêzerên zarokê jî gotin ku îfadeyên kiryar ên danişîna berê û yên niha li hev nakin. Dayika zarokê F.Y.'yê jî xwest kiryar bê cezakirin.
Piştî ku parêzerê kiryar doza demê kir, danişîna bo 16'ê Hezîranê hat taloqkirin.







