15'ê Gulanê nasname û xwebûn e
- 09:03 11 Gulan 2026
- Ji Pênûsa Jinan
"15'ê Gulanê ji bo gelê Kurd, ne tenê salê rojekê pîrozkirina ziman e, di heman demê de wateya vê rojê bîra ziman, nasname, çand û xwebûn e."
Gulistan Kanîreş
Roja zimanê Kurdî li ser bingeha hejmara yekem a kovara Hawarê ya ku di sala 1932'yan de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan, yek ji pêşengên wêjeya nûjen a Kurdî ve hatiye weşandin. Kovara Hawarê ji bo pêşkeftina nivîskî, standardîzekirin û modernîzekirina zimanê Kurdî xaleke girîng e, ji ber vê girîngiyê Gelê Kurd 15'ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî pejirandiye.
Wateya hebûna ziman ne tenê axaftin e, di heman demê de girêdana navbera rabûrdî û mîrateya pêşeroja nasname de ye. Ziman giyana civakan e. Mirov hest, xwestek, xemgînî û kêfxweşiyên xwe yên herî kûr bi zimanê dayika xwe diyar dikin. Ji ber ku peyvên herî nêzîkî dilê mirov peyvên ku mirov di zarokatiya xwe de dibihîze. Ji ber vê yekê, zimanê dayikê girêdana herî xwezayî ye ku mirov dike xwebûn. Lawazbûna zimanekî tenê nayê wateya jibîrkirina peyvan, di heman demê de çîrok, destan, gotinên pêşiyan, şehrezayiya gelêrî, stran û zanîna sedîsalan a ku bi ziman hatine berhevkirin.
Ziman mîna têla tembûrê ye, ku neyê bikaranîn têl zengar digrin û deng jê dernakeve. Ku ziman neyê axaftin û nivîsandin, mixabin bi demê re lawaz dibe û herî dawî jî winda dibe. Windakirina her zimanî, xezîneyeke ji mîrateya hevpar a mirovahiyê kêm dibe ye. Ji ber vê yekê, parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo cihêrengiya çandî ya mirovahiyê jî girîng e. Zimanê Kurdî bi sedîsalan bi çanda devkî ya bihêz heta roja îro jîndar maye û jiyaye. Bi stranên dengbêjan bi lorîkên dayikan, çîrokên ku dapîr û bapîran gotine, wêjeya devkî ya gelêrî nifşek ji nifşên din re hiştine. Di serdemên ku qet çavkaniyên nivîskî nebûn jî, Gelê Kurd bi hilgirtina vê çandê di bîra xwe de zimanê xwe zindî hiştine. Rastiya vê jî ev e ku zimanê Kurdî tevî ewqas qedexeyan, înkar, zordarî û polîtîkayên asîmîlasyonê heta îro jîndar maye. Mînaka vê ya herî zelal jî esilbûyîna Kurdan a kevnariya wan e. Di vê serdemê de jî pêdivîya herî girîng divê zimanê Kurdî bi rêya wêje, şano, sînema û platformên dîjîtal xurtir be. Ji ber ku ziman ne tenê bi axaftina li malê ye, di heman demê de bi hilberîna zanist, nivîsandin, xwendin, huner û di jiyana giştî dê pêş bikeve.
Mafê zarokên kurdan jî mîna mafê hemû zarokên cîhanê heye ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. Zimanê dayikê mafekî pedagojîk û mirovahî ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê baweriya mirovan zêde dike, fêrbûnê hêsan dike û wekheviya pêşerojê xurt dike. Ev pêywir jî bêhtir dikeve ser milê dayik û bavan. Ji ber ku mamosteyên yekem ew in. Zarok peyvên xwe yên yekem, bawerî, dilovanî, yanî jiyanê ji wan fêr dibin. Di vê wateyê de, malbat hilgirên yekem û mamosteyên yekem ên ziman in. Dema em behsa zimanê dayikê dikin, mixabin mîna ku berpirsiyariya vê tenê pêywira dayikan e. Divê nêyê jibîrkirin bi qasî dayikan bav jî berpirsiyar in. Rast e jinên kurdan berpirsiyariyên dîrokî girtine ser milên xwe. Di Kurdistanê de dayikan di demên herî dijwar de bi dizî zarokên xwe fêrî Kurdî kirine. Bi hewldanên mezin stran, şîn û vegotinên xwe, nehiştin ziman lawaz bibe. Parastina ziman bêyî keda jinan nayê fikirîn. Ji ber ku jin diwelidîne, diafirîne. Yanê hilgirê bîra çandî ye. Di civakên ku jin lê azad bin, ziman pêş dikeve, çand xurt dibe. Ji ber vê yekê, girêdanek rasterast di navbera azadiya ziman û jinê de heye. Li cihê ku dengê jinan lê bilind bibe, dengê hemû civakê bilind dibe.
Bi taybet di vê pêvajoyê de, divê kurd di malên xwe de bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin. Divê her kurdek xwe berpirsîyar bibîne da ku ziman bikeve navenda jiyana rojane. Ji ber ku ziman were bikaranîn namire her zindî ye, ku bê hilberandin pêş dikeve û bê pejirandin xurt dibe. Ev ji bo nifşên ciwan pir girîng e. Di vê serdema dîjîtal û teknolojîk de her tişt bi lez diguhere, divê ciwan zimanê Kurdî bixin cîhana dîjîtal. Medyaya dîjîtal gelek bibandor e. Weşanên dîjîtal, sînema, podcast, platformên muzîkê û amûrên medyaya nû ji bo pêşxistina zimanê Kurdî pir girîng in. Civak, bi taybetî jin û cîwan bi vê hilberîn û ramanê têbikoşin teqez wê pêşerojê jî diyar bikin.
Lêgerîna nû ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê, perspektîfa aştiya demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan bi salan e parêzvaniya wê dike, li ser bingeha wekheviya gelan, jiyana hevbeş û naskirina mafên çandî ye. Rêya aştiya mayînde ne tenê bidawîkirina pevçûnan e, di heman demê de, hebûna azad a nasname, ziman û çandê ye. Ger zimanên gelên cuda li welatekî azad werin axaftin, demokrasiya wî welatî jî xurt dibe. Lê cihê ku çand û ziman bê qedexekirin, birînên wî welatî jî kûrtir dibin û bi têkçûnê re rûbirû dimîne. Ji ber vê perwerde, huner û hemû qadên jiyana rojane yek ji şertên girîng ên demokratîkbûyînê ne. Ev jî encax bi zagonên dadperwer û pêşerojên hevpar pêkan be. Ji ber ku heta mirov azad nebe nikare zimanê aştiyê jî pêş bixe. Zimanê azad dikare di navbera gelan de bibe pireke mayînde. Ku zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî û hemî zimanên ku li ser erdnîgariya Mezopotamyayê azad bin, çanda hevjiyana hevbeş jî xurtir dibe. Pirrengî li hemberî hev gefxwarin nîne, dewlemendiya jiyana hevpar e. Hevjiyana zimanên cuda nirxên civakan digihîjîne hev.
Bi boneya 15'ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, girîng e ku careke din were bîranîn gelê ku zimanê xwe biparêze, encax dikare hebûna xwe biparêze. Welatên ku hemû ziman tê de azad werin axaftin, aştî jî tê de nêzîk dibe. Heta ku Kurd bijîn wê bîra zimanê Kurdî jî bijî. Ya herî girîng divê tenê salê carekê roja cejna zimanê kurdî neyê pîrozkirin. Divê ziman bibe beşek zindî ya jiyana rojane. Mîrateya herî mezin ew e ku ji nifşên pêşerojê re bibe mîras. Dewlemendiya herî binirx ziman bi xwe ye. Ji ber ku miletek zimanê xwe wenda bike, bîra xwe jî wenda dike. Ziman pêşerojê ava dike. Bijî zimanê kurdî ! 15'ê Gulanê,Roja cejna zimanê Kurdî pîroz be.







