Bîrsen Orhan: Rêxistina jinan hêza damezrîner a demokratîkbûnê ye

  • 09:03 8 Hezîran 2026
  • Rojane
Rojda Aydin - Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan diyar kir ku divê rejîma qeyûm bi dawî bibe û teqez kir ku paradîgmaya rizgariya jinan wê li herêmê were rêxistin kirin.
 
Komîteya Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de, ji bo berfirehkirina têgihîştina azadiya jinan di rêveberiyên herêmî de, çend meh berê bi şîara “Ji Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Komunal” pêvajoyek konferansan da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran konferans hatin lidarxistin. Fînala dawî ya van konferansan ku hejmareke mezin ji mijarên girîng di nav xwe de dihewîne, di 6’ê Hezîranê de dest pê kir. Konferansa jinan ku du rojan berdewam kir, ji Tirkiye û Kurdistanê gelek delege beşdar bûn. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn, di konferansê de gelek mijar nîqaş kirin.
 
 Hevşaredara Dêrsimê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bîrsen Orhan, der barê konferans û tayînkirina qeyûman de nirxandin kir.
 
*Hun konferansek çar rojan a rêvebiriyên herêmî li dar dixin û du ji wan rojan ji bo rûniştinên taybet ji bo jinan hatin veqetandin. Pêşî, hûn dikarin ji kerema xwe agahdariyên li ser armanca konferansê, mijarên sereke yên nîqaşê ku hatin kirin û encamên ku hûn armanc dikin bi dest bixin binirxînin?
 
Piştî civîna xwe ya nîv-demî ya sala borî, rêvebiriyên herêmî ku konferansa xwe ya yekem di meha Nîsanê de li dar xistin, îro wekî beşek ji rûniştinên dawîn ên konferansa sereke konferansek jinan hat lidarxisitn. Konferansa ku bi şîara “Em bi vîna jinê komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” hat lidarxistin tê de 300 delege li Amedê hatin gel hev.  Di tevahiya konferansê de nîqaşên xurt hatin kirin. Rojeva konferansê ne tenê destkeftiyên hatine bidestxistin, di heman demê de kêmasî û pêdiviyên ji bo serdema pêş jî di nav xwe de digire.Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û li ser vegotinên têgihîştina ku jin hêzeke damezrîner in niqaş hatin kirin. Di du rojên pêşîn ên konferansê d asta bicîhanîna paradîgmaya rizgariya jinan, sepandina pratîkî ya têgeha şaredariya ekolojîk û ezmûnên di rêveberiyên herêmî de hatin nirxandin. Piştî konferansa jinan, konferansek hevbeş a du rojan wê were lidarxistin jî dê bê kirin. Tê payîn ku nûnerên partiyên siyasî û ji saziyên cûrbecûr kes beşdarî konferansê bibin ku bi şîara “Ji rêveberiyên herêmî yên demokratîk ber bi civaka komünal” ve dê bê lidarxistin. Di konferansa ku zêdetirî 400 delege beşdar bibin, dê nexşerêya serdema nû were diyarkirin.
 
 
Konferans platformek girîng pêşkêş dikin ji bo destnîşankirina rêya siyasî ya serdema nû û dê li ser zehmetî û astengiyên ku di vê pêvajoyê de têne dîtin jî nîqaş werin kirin. Ji bilî xebata ku hatiye kirin, armanc ew e ku mijarên mayî, çima nekarîn werin temamkirin û çawa dikarin werin temamkirin, bi awayekî berfireh werin nirxandin. Her çiqas tê teqezkirin ku hin pêşketinên ji salekê zêdetir e li bendê ne, divê ji asta herêmî ve werin organîzekirin, lê her wiha tê gotin ku aştî tenê bi pêvajoyek ku ji asta herêmî ber bi asta giştî ve belav dibe dikare were xurtkirin. Di vê çarçoveyê de, di konferansan de  bi berfirehî em ê niaqaş bikin ku ka raya giştî çiqas beşdarî mekanîzmayên biryardanê dibe û qonaxa beşdarbûnê di rêveberiyên herêmî de çi ye. Armanca konferansan ew e ku bi nirxandina hem xalên bihêz û hem jî xalên qels ên lêkolînên heyî, nêzîkatiyek xwerexnedayînê pêş bikeve. Hem serkeftin û hem jî kêmasî dê bi awayekî vekirî werin nîqaşkirin.
 
* Hûn demek dirêj e armanca xwe ya avakirina pergalek wekhev, rizgariya jinan, ekolojîk û demokratîk di rêveberiyên herêmî de dubare dikin. Piştî vê konferansê, hûn plan dikin ku çi cure pêvajoyên rêxistinî û avakirinê li bajaran bi cîh bînin? Hûn ê nexşerêya serdema nû li ser kîjan prensîbên bingehîn destnîşan bikin?
 
Armancek me ya ku me daye pêşiya xwe heye. Bi taybetî ji perspektîfa jinan û civakê ve, em wekî nûnerên partiyek siyasî ku armanc dikin civakek exlaqî û siyasî li ser bingeha paradîgmayek demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan biafirînin, berpirsiyariyek girîng hildigirin ser milên xwe. Wekî mîratgirên 47 sal têkoşîn û ezmûna berhevkirî, me peywireke bingehîn danî pêşiya xwe ku hem biryarên ku di konferansên pêşîn de hatine girtin û hem jî yên ku ji nîqaşên îro derkevin holê, çawa di qadan de bi gel re werin bicîhanîn niqaş dikin. Ew rastiyek e ku rewşa li qadê her gav bi şert û mercên heyî re li hev nayê. Bi taybetî, polîtîkayên ku di bin maskeya tayînkirina qeyûman, nêzîkatiyên navendîparêz û tedbîrên teserûfê de têne meşandin, ji bo ku rêveberiyên herêmî erkên xwe yên armanc dikin pêk bînin astengiyên cidî diafirînin. Ji ber vê yekê, hin kêmasiyên di eşkerekirina rêveberiyên herêmî de wekî ku tê xwestin, bi giranî ji destwerdan û astengiyên ji derve de derdikevin.
 
Lêbelê, pêwîst e ku ne tenê li ser astengiyên ji derve de,  di heman demê de li ser hin têgihîştinên ku em dikarin wekî kêmasiyên di hundurê xwe de pênase bikin jî em nîqaş bikin. Nêzîkatiyên takekesî û takekesperest ne bi paradîgmaya partiyê re li hev dikin û ne jî di nav têgihîştina têkoşîna hevpar de cih digirin. Ji ber vê yekê, girîng e ku pratîkên cûrbecûr ên ku di tevahiya pêvajoyê de hatine nîqa kirin werin nirxandin û encamên pêwîst werin derxistin. Armanca sereke ew e ku pêvajo ber bi pêş ve were xurtkirin. Armanc ew e ku xebat bi têgihîştinekê were meşandin ku beşdariya rasterast a gel, dengê wan û tevlêbûna wan di pêvajoyên biryardanê de were bihîstin û di her aliyê jiyanê de bi gel re paradîgmayek demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan were avakirin.
 
* Li Tirkiyeyê, di demekê de ku hewlên avakirina demokrasiya herêmî didomin, nîqaşên li ser demokratîkbûn, aştî û civaka demokratîk jî berdewam dikin,. Wekî rêvebiriyên xwecihî, hûn çawa dixwazin beşdarî vê pêvajoyê bibin? Hûn dê di civakîbûn û pêşxistina aştiya herêmî de çi rolê bilîzin?
 
 
Polîtîkayên ku ji hêla hikûmetê ve têne meşandin,  li ser rêbazekê ne ku beşdariya gel nade pêşiyê û astengiyan li pêşiya îradeya gel datîne. Wekî ku berê jî hate gotin, bi tayînkirina qeyûman ne mimkun e ku demokrasiya herêmî were bicîhanîn. Eger rêz li îradeya gel bê girtin, divê pêşî dev ji pratîka tayînkirina qeyûman were berdan. Wekhevî, azadî û pêşxistina çandeke demokratîk jî di nav stûnên herî girîng ên avakirina aştiyê de ne. Tê diyarkirin ku civakîbûn, hevgirtin û demokratîkbûn dê di asta herêmî de dest pê bike û ev yek ji pêdiviyên bingehîn ên pêvajoya heyî ye.
 
*Di heyameke ku nîqaşên demokratîkbûn û çareseriyê dihatin kirin de, qeyûm tayînê şaredariyên we hatin kirin. Encamên polîtîkayên qeyûman li ser herêmê çi ne? Hûn bandora van pratîkan  çawa dinirxînin?
 
Li aliyekî behsa lihevhatina bi gel re, çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê tê kirin, lê li aliyê din paşguhkirina îradeya hilbijartî ya gel wekî nakokiyeke cidî li holê ye. Tê diyarkirin  ku yek ji şertên herî bingehîn ên rêzgirtina civakê, vegerandina erkên hilbijartiyên şaredariyên ku îradeya wan hatiye desteserkirin e. Ev yek wekî yek ji gavên herî lezgîn ên ku îro divê werin avêtin tê destgiritn. Di nav vê pêvajoyê de aliyên siyasî û aktorên beşdar hene. Lê rastiya gelê Kurd heye. Pirsa herî bingehîn a ji gel tê ev e, “Hûn ê kengî werin?” Wek hevşaredara şaredariyekê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, ew bi bîr tîne ku di 22’ê Mijdara 2024’an de, ji bo 10 şaredariyan û tevî şaredariyên mûxalîf qeyûm hatin tayînkirin.
 
Rêzgirtina li îradeya gel a ku di sindoqan de hatiye diyarkirin, nîqaşên li ser demokrasî û hilbijartinan bi xwe re tîne. Tê gotin ku nêzîkatiyek ku îdîa dike sindoqên dengdanê dide pêş lê hilbijartinên gel paşguh dije, dê xizmeta demokratîkbûnê neke. Ji ber vê yekê, tê gotin ku divê aştî pêşî li  herêmê, bi rêzgirtina li îradeya gel, were sazkirin. Tê teqezkirin ku divê gotara “aştîyê” ne tenê bi gotinan, lê di heman demê de bi gavên berbiçav jî were piştgirîkirin û raya giştî niha dixwaze van gavan bibîne. Di tevahiya pêvajoya ku zêdetirî salekê ye berdewam dike de, hatiye diyarkirin ku yek ji şertên bingehîn ên avakirina civakek demokratîk bidawîanîna tayînkirina qeyûman e. 
 
*Piştî ku qeyûm hatin tayînkirin ewilî sazî û navendên jinan hatin tasfîyekirin û ev yek çi nîşan dide? Divê ev rewş çawa bê nirxandin?
 
.Êrîşên li ser destkeftiyên jinan ji ber nerehetiya li hember xuyabûn û rêxistinbûna jinan di qada giştî de derdikevin holê. Hedef rêxistinên jinan in ku ji têgihîştina hikûmetê ya “jina meqûl” wêdetir diçin, ne tenê bi malê ve sînordar in û di her aliyê jiyana civakî de xwedî deng in. Di çarçoveya paradîgmaya rizgariya jinan a partiyê de, armancên wê yên bingehîn beşdariya jinan di qada giştî de, xwedîbûna deng û hêza biryardanê di rêveberiyên herêmî de û afirandina mekanîzmayên li dijî tundiya li ser jinan e. Ji bo Komîteya Jinan a Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk, pêşxistina van destpêşxeriyan wekî yek ji erkên girîng tê hesibandin. Ji ber vê yekê, girtina navendên jiyana jinan, navendên hevgirtina jinan û navendên bêhnvedanê yên jinan tenê wekî tedbîrek ji bo teserûfa lêçûnên sazûmanî nayê dîtin. Ev yek encama fikarên li ser hêz, îrade û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e. Ew rastî ku ev navendên jinan di nav cihên pêşîn de bûn ku ji hêla rêveberên tayînkirî ve piştî destpêkirina kar hatin girtin, yek ji nîşaneyên herî berbiçav ên vê nêzîkatiyê tê hesibandin.
 
*Tê destnîşan kirin ku li bajarên qeyûm li wan hatin tayînkirin, polîtîkayên şerê taybet li dijî jinan bêtir eşkere bûne. Bi taybetî nîqaşên li ser dozên Gulîstan Doku, Rojwelat Kizmaz û Rojin Kabaîş ev nirxandin xurttir kirine. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Hûn çi cure têkiliyekê di navbera polîtîkayên qeyûman û pratîkên şerê taybet ên li dijî jinan de dibînin?
 
Tayînkirina qeyûman ne tenê destwerdaneke îdarî ye, di heman demê de mekanîzmayeke ku armanca guhertina avahiya sosyolojîk a bajaran e. Tayînkirina qeyûman bûye rêjîmek û ev ji bo armancên taybet tê sepandin. Di şert û mercên normal de, erk û berpirsiyariyên waliyan pêkanîna polîtîkayên hikûmetê, misogerkirina aramiya giştî û ewlehiya giştî û pêkanîna pêvajoyên îdarî di nav xwe de dihewîne. Lê bi tayînkirina qeyûman re, ev deverên desthilatdariyê ji sînorên xwe yên asayî derketine. Ev rewş dibe sedema desteserkirina îradeya gel û şêwazek rêveberiyê bi xwe re tîne ku ji gel dûr e û hewcedarî û daxwazên gel paşguh dike. Doza Gulîstan Doku li Dersimê wekî yek ji mînakên herî berbiçav ên encamên sîstema qeyûman tê nîşandan. Berpirsiyariya Tuncay Sonel ku di dema windabûna Gulîstan Doku de wekî qeyûm kar dikir û îdiayên ku di raya giştî de têne nîqaşkirin, rêbaza rêveberiyê ya ku ji hêla pergala qeyûman ve hatiye afirandin nîşan dide. Di dosyayê de gelek mijarên ku bi salan e zelal nebûne hene û helwesta saziyên giştî hîn jî mijara nîqaşê ye.
 
 
Neafirandina rastiya jiyana jineke ciwan ku wê demê xwendekara zanîngehê bû û rastiya ku doz bê çareserkirin ma, yek ji mînakên girîng tê hesibandin ku nîşan dide ka pergala qeyûman çi armanc dike. Ev rewş ne tenê bûyerek e ku di demên berê de qewimiye, lê rêveberiya qeyûm îro jî li Dêrsimê berdewam dike. Polîtîkayên qeyûman girêdana di navbera gel û hilbijaran de qels dike û hawîrdorek diafirîne ku muxalefeta civakî krîmînalîze dike. Di van şert û mercan de ku têkiliya bi raya giştî re hatiye qutkirin û qada siyaseta demokratîk teng bûye, têkoşîna rêxistinkirî ya jin û civakê hîn girîngtir bûye. Bi taybetî têkoşîna jinan a rêxistinkirî di rojeva raya giştî de û di berdewamiya lêgerîna rastiyê de roleke diyarker lîstiye. Bi saya têkoşîna jinan doz nehatiye jibîrkirin û daxwaza edaletê zindî maye.
 
*Vekişîna qeyûmên tayînkirî û vegera rêveberiyên herêmî yên hilbijartî ji bo ser erkên xwe dê çawa bandorê li pêvajoya demokratîk a civakî bike? Ev yek dikare çi bandorê li ser polîtîkayên jinan û betalkirina mekanîzmayên şerê taybet bike?
 
Yek ji hêviyên raya giştî radestkirina şaredariyan ji bo gel e. Ji ber ku gel rastiyekê temaşe dike û her tim dereng tê xistin, gel li ser bendê dihêle û dem tê dirjkirin.  Bê guman, encama dawî ku ev salek û nîv e raya giştî li bendê ye, hem valakirina girtîgehan û hem jî dayîna statuyê ye. Herwiha, divê hevşaredarên ku gel bi xwe hilbijartine vegerin ser erkên xwe û pêdivî bi mekanîzmayeke biryardanê heye ku ew bi rastî bikaribe tê de gotinekê bike. Ji ber ku em dizanin qeyûmên tayînkirî derî digirin. . Ji ber vê yekê, bê guman, em li bendê ne ku hevşaredarên ji ser kar hatine girtin werin ser erkên xwe ku ew deriyê li gel girtî bên vekirin.
 
*Di dawiyê de, hûn modela rêveberiyên herêmî ku di bin pêşengiya jinan de hatiye avakirin çawa pênase dikin? Di serdema nû de, jin dê ji nû ve avakirina rêveberiyên herêmî de çi rol û berpirsiyariyê bigirin ser xwe?
 
Rêxistinên komunal yek ji kevirên bingehîn ên civaka demokratîk û pêvajoya avakirina serdema nû pêk tînin. Di vê çarçoveyê de, ji nû ve şekildana rêveberiyên herêmî û nîqaşkirina ka jin çawa dikarin xwe di van waran de bi cih bikin, pir girîng e. Armanc ew e ku jin di hemû warên jiyanê de, bi taybetî bi rêya meclîsên jinan, kooperatîf û tesîsên hilberînê, xwe birêxistin û hêzdar bikin. Beşdarbûna civakê di pêvajoyê de, li kêleka van hêzên pêşeng, dê di avakirina civakek demokratîk de roleke diyarker bilîze. Her çend dîplomasî wekî aliyek girîng ê vê pêvajoyê were destnîşankirin em dixwzin girîngiya zêdekirina xuyabûn û dengê jinan hem li ser asta neteweyî û hem jî li ser asta herêmî bi rêya rêveberiyên herêmî xwert bikin. Xurtkirina hebûna jinên Kurd di warên siyasî, civakî û herêmî de di warê demokratîkbûnê de destkeftiyek girîng e. 
 
Ji aliyekî din ve, dema ku mirov li daxuyaniyên kesekî ku xwe wekî karsaz dide nasîn, jinên Kurd hedef digire û hewl dide wan wekî mijara mîzahê pêşkêş bike jî tesadufî nîne. Hedefgirtina jinên Kurd divê li dijî îradeya xurt a ku ew li herêmê, bi gelemperî, li taxan, li kolanan û di her warê siyasetê de nîşan didin, were dîtin. Ev rêbaz ne bûyerek tenê ye,  yek ji mînakên diyarkirina hişmendiya serdestiya mêran e. Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan ne tenê têkoşîna berfirehkirina qadên jiyanê yên jinan e; ew di heman demê de têkoşînek e ku armanc dike guherîn û veguherîna zîhniyeta serdestiya mêran, bîrdoziya dewleta serdestiya mêr û nêzîkatiyên cudakar e. Jinên Kurd hêzek îradeyê ne, di her aliyê jiyanê de hene û di veguherîna civakî de jî hêzek pêşeng in. Nûnertiya jinan di rêveberiyên herêmî de xurt e û baweriya wan bi tevahî heye ku şandeya di konferansê de li hev civiyaye dê di serdema pêş de xebatên girîng bi ser bixe.