ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 26 Îlon 2026
- Rojev
*Li Şirnexê du dosyayên derbarê tundiya zayendî ya li ser zarokan de, tevlî hebûna delîlan jî derengmayînên di pêvajoyên darazê de û nîqaşên bêcezatiyê radixîne ber çavan. Di dosyayekê de 10 meh in îddianame nehatiye amadekirin; di dosyeya din de jî cezayên hatine birîn piştî pêvajoyên xirakirinê û ji nû ve darizandinê ji bo temyîzê hat şandin.
*Şaredariya Peyasê ku ligel mekanîzmayên piştgiriya li dijî tundiya li ser jinê, piştevaniyê jî esas digire û qadên jiyan, bîr û hilberîna jinê jî xurt dike. Ji meha Tîrmehê heta niha bi xebata komuna piştevaniyê li taxan torên ku jin xwe bigihînin hev ava dike. DÎMEN HEYE
*Raziye Ay ku navê xwe ‘Newroz’ yê li nasnameya wê nehat nivîsîn seranserê jiyana xwe wek parçeyek nasnameya xwe hewand, li girtîgeh, qadên azadiyê û zanîngehê tu carê dest ji lêgerîna heqîqetê berneda. Dayika Raziye Ay, Hatîce Ay wiha got: “Kezeba min şewitî, ji ber ew zaroka min bû, lê ez serbilind im, dilê min rehet e.” DÎMEN HEYE
*Dayika Rojîn Kabaîş, Aygul Kabaîş wiha got: “Xwediyê mala ku Rojîn birinê dibêje ‘Ez kezebê çêdikim, mala min vala ye min kezeb dibir û dianî’. Ji bo xwîna li ser bincilkê Rojînê ewil gotin xwîna jinê ye lê piştre gotin xwîna sewalane. Xwîna li ser Rojînê dibe ku xwîna kezeba li malê be.”







