Jinan li Parka 75'an stand vekir
- 10:12 7 Îlon 2026
- Ked/Aborî
AMED - Komên Hilberîna Komûnê yên jinan ku di bin banê Şaredariya Peyasê û li Navendên Jiyanê yên Jinan bi rêya hevgirtin û xebata kolektîf de hatine cem hev, li Parka 75'an standek vekir û berhemên xwe dan pêşandan.
Komên Hilberînê yên jinan ên girêdayî Şaredariya Peyasê li Parka 75'an a Peyasê ya Amedê berhemên ku bi destê xwe çêkirine, dan pêşandan. Di kombûnê de, alîkarên hevşaredaran, berpirs û xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan jî amade bûn. Gelek berhemên destan ji bo firotinê hatin amadekirin û nîşandan. Ji berhemên destan heta yên tekstîlê, gelek berhemên cihêreng, herêmî û nexşên ku ji aliyê jinan hatine amadekirin li ser standê hatin nîşandan.
Komên Hilberîna Komûnê bang li tevahiya civakê, bi taybetî jî li jinan kirin ku hevgirtina di navbera jinan de xurt bikin û piştgiriya hilberîna wan bikin.







