Bertek nişanî ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan
- 15:29 7 Cotmeh 2026
- Rojane
WAN - Saziyên hiqûqê yên Wanê bertek nişanê revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanên Kurd dan û diyar kirin ku divê dawî li sepanên bi vî rengî werin anîn.
Şaxa Komelaya Huqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê, Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Baroya Wanê, derbarê revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanên Kurd li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê sepanên derhiqûqî bi dawî bibin” hat hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana ciwanan” hate berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar, endam û nûnerên saziyên huqûqê û saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn ve hate xwendin.
Salîh Coşkûn diyar kir ku li gorî serlêdanên li saziyan hatine kirin, li Wanê demeke dirêj e ciwan bi rêbazên zext û gefan ên wekî sîxurkirin û hewldanên revandinê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Herî dawî di 2'yê Îlonê û 4'ê Cotmeha a 2026'an de li navenda bajêr hin kesên nasnameya wan ne diyar, xwestine endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê birevînin. Mexdûran serlêdanî saziyên me kirine û me serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da. Lêpirsîneke bibandor li ser giliyên hatine kirin nayê kirin û kiryar nayên cezakirin. Tê dîtin ku polîtîkaya giştî ya bêcezakirinê ya li Tirkiyeyê, di van serlêdanan de jî nêzîkatiyeke bingehîn e.”
Daxwaz hatin rêzkirin
Salîh Coşkûn daxwazên saziyên hiqûqê wiha rêz kir:
* Di serî de Serdozgeriyên Komarê, Wezareta Karên Navxweyî û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê divê ji bo van kiryaran lêpirsîneke bibandor a edlî û îdarî bi rê ve bibe.
* Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê divê ji bo kontrolkirina hêzên ewlehiyê jêrkomîsyonekê ava bike û serlêdanan binirxîne.
* Pêvajoyên binçavkirin û wergirtina îfadeyan di qanûnan de diyar in; divê yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê li gorî qanûnan tevbigerin. Divê rêbaza bidestxistina delîlan bi rêya gef û zextê bi dawî bibe. Komîsyona Ewlehî û Îstîxbaratê ya TBMMê jî divê derbarê xebatên derqanûnî yên saziyên îstîxbaratê de lêkolînê bike.
* Komîsyona Çavdêriya Hêzên Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî divê li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê tevbigere û berpirsyariya hêzên ewlehiyê misoger bike.”
‘Ciwan dê pêşengtiya aştiyê bikin’
Piştî xwendina metna daxuyaniyê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kenan Îldenîz axivî û anî ziman ku ciwan di vê pêvajoyê de dixwazin pêşengtiya aştiyê bikin û wiha got: “Tu zext û zordarî nikare me bitirsîne. Em ê ji bo aştiyê û demokrasiyê têbikoşin.”
Piştre parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar axivî. Zulkuf Uçar destnîşan kir ku di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşe de ew kiryar nayên qebûlkirin û ev yek anî ziman: “Gelê Kurd bi salan e ji bo nasnemaya xwe têdikoşê. Bi têkoşînê re nasnameya gelê Kurd hat qebûlkirin û pêvajoya aştiyê destpêkir. Divê di vê pêvajoyê de berpirsiyarên van pêkhatinên dijhiqûqî bên diyarkirin. Kiryarên bi vî rengî ji bo pêvajoya çareseriyê provakasyon in. Divê ev kiryarên şerên taybet bi dawî bibin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







