Di salvegera 9’ê Cotmehê de jin: Em di aştiyê de bi israr in

  • 09:18 8 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL/WAN - Jin di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de axivîn û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Her wiha banga ‘hemû cîhan li benda Ocalan e’ kirin.
 
Salvgera Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêz dibe û jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyarkirin ku komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda Îmraliyê negihiştiye armanca xwe. Jinan gotin ku ji bo aştiyeke mayînde wê têkoşînê mezin bikin û bibin kirdeya pêvajoyê.
 
‘Hêviya me ev e ku ev pêvajo veneguhere komployê’
 
Jina bi navê Şahrîstan Pehlîvan jî diyar kir ku ew di  daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û berdana girtiyan de bi israrin û wiha bi lêv kir: “Divê gavên şênber bên avêtin. Me pêvajo bi gavên şênber meşand. Niha dora dewletê ye. Em wekhevî û aştiyê dixwazin.  Divê ev pêvajo bê temamkirin. Divê Ocalan û girtî bên berdan.  Em di aştiyê de bi israrin. Hêviya me ev e ku ev pêvajo veneguhere komployê.”
 
‘Gelê Kurd dest ji Ocalan berneda’
 
Gonul Aslan jî wiha got: “Pêvajoyek bi komploya 9’ê cotmehê destpêkiriye heye. Li ser Birêz Ocalan tecrîda giran hat meşandin. Tevî vê gel dest ji serokê xwe berneda.Em tecrîdê qebûl nakin. Jinan di pêvajoyên aştiyê de îradeya xwe danîn holê. Divê jin rola xwe bilîzin. Bila ciwanên her du aliyan jî nemirin. Em dixwazin gelê Kurd bibe kirde.”
 
‘Serok di bin tecrîdê de ye’
 
Dayika Aştiyê Fatma Yilmaz jî  destnîşan kir ku ew ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hêvî ne û wiha  bi lêv kir: “Komploya 9’ê cotmehê têkoşîna gelê Kurd hîn bêtir mezin kir. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Êdî bes e, em şer naxwazin.Dema min bihist serok hatiye girtin ez xemgîn bûm. Birêz Ocalan tevî di zindanê de bû dest ji gelê xwe berneda. Ji bo wan têkoşîn meşand.Niha divê em bibin yek û piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
 
‘Gelê Kurd 26 sale têkoşînê dimeşîne’
 
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan jî bi lêv kir ku komploya 9’ê cotmehê li hember îradeya gelê Kurd bûye û  ev nirxandin kir: “Gelê Kurd 26 sal e têdikoşe.Em komployê lanet dikin. Ew ji welatekî din teslîmê Tirkiyeyê kirin.  Serokê me dema hat girtin em xemgîn bûn; Cîhan rawestiya me got her tişt qediya. Welatên Ewropayê komplo kirin, gog dan Tirkiyeyê. Ji bo serok ji Ewropayê heta Kurdistan û Tirkiyeyê her kes rabû ser piyan û çalakî kirin.Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e. Gelê Kurd ev wisa qebûlkir. Bi sedan kesî bedena xwe ji bo serok da ber agir. Em ê her tim vê komployê lanet bikn.  Niha em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Hêviya me ev e ku em aştî û wekheviyê bibînin.”
 
'Em komployê şermezar dikin'
 
Besê Aydogan, komplo şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em komploya li dijî rêberê xwe û gelê xwe şermezar dikin. Heta ku rêberê me azad nebe, heta ku girtiyên me yên di zindanê de azad nebin, aştî çênabe. Em vê yekê qebûl nakin. Du sal in pêvajoyek heye. Du sal in em li bendê ne ku dewlet gavekê bavêje, lê hîn jî gavek tune. Çavên me li ser pêvajoyê û gavên ku dê werin avêtin in. Ger ew çênebe, em nikarin baweriya xwe bi vê pêvajoyê bînin. Heke deriyên zindanê neyên vekirin, heke girtiyên me û rêberê me azad nebin, pevajo nameş e. Em bi canê xwe bi rêberê xwe re ne, bi zarokên xwe û bi girtiyên xwe re ne. Ger azadiya rêberê me neyê misogerkirin, pêvajo pêş nakeve. Ez wekî dayikek dibêjim, em ê tiştekî qebûl nekin heta ku rêberê me azad nebe."
 
'Divê rêberê me azad bibe' 
 
Kiymet Abî, diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha bi lêv kir: "Em komployê şermezar dikin; em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Azadiya wî azadiya me ye. Rêberê me bi salan e di tecrîdê de ye, lê em dixwazin ew azad be. Pêvajoyek dest pê kiriye, lê ew ê çawa pêş bikeve? Em dixwazin pêvajo bi ser bikeve û Rêberê me azad be. Em komployê qebûl nakin û şermezar dikin. Her wiha em qebûl nakin ku Rêberê me hîn jî azad nîne. Ger Rêberê me azad nebe, aştî nabe. Divê dewlet di vî warî de gavan bavêje da ku em bêtir baweriya xwe bi pêvajoyê bînin."
 
'Ger rêberê me azad nebe, aştî nabe'
 
Besê Aslan wek jinên din wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em komploya li dijî Rêberê xwe şermezar dikin; em aştî û aramiyê dixwazin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Ger ew azad be, em ê hemû azad bibin. Ger Rêberê me azad nebe, aştî nabe. Em jî nikarin azad bibin."
 
'Daxwazên me diyar in' 
 
Nîmet Abî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoyê: "Em aştiyê dixwazin, em azadiya Rêber Apo dixwazin. Bila azad be da ku em hemû azad bibin. Ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, em nikarin aştiyê bibînin, lê ez hêvî dikim ku em hemû rojên azad bibînin. Rêberê me dê rêberê her kesî be. Ez komploya 9'ê Cotmehê jî şermezar dikim. Ger rêberê me azad nebe, ne pêvajo, ne aştî heye. Em aştiyê dixwazin. Bila dayikên gerîla û dayikên leşkeran êşê nekişînin. Ev daxwazên me ne."