Gulsum Ocalan: Divê ewil tecrîd bê rakirin

  • 09:03 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
Gulistan Gulmuş
 
RIHA - Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gulsum Ocalan der barê 28’emîn salvegera komploya navneteweyî de axivî û got: “Divê ewil tecrîd bê rakirin. Em dixwazin serokê me bi awayekî azad di nav me de be.”
 
Di ser komploya 9’ê cotmehê ya navnetweyî ku 9’ê cotmeha 1998’an de hat destpêkirin û 15’ê Sbiata 1999’an de bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû de 28 sal derbas bû. Tecrîda ku her çû giran bû, piştî hevdîtina telefonê ya birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de kir şûnde 43 mehan hevdîtin nehat kirin û tecrîd hat mayîndekirin. Piştî banga Devlet Bahçelî ya 22’ê cotmeha 2024’an şûnde bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibata 2025’an kir de  pêvajo ket astek nû, lê tecrîda li Îmraliyê hîna didome.
 
Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gulsum Ocalan di 28’emîn salvegera komployê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Em ditirsiyan ji ber me agahî jê nedigirt’
 
Gulsum Ocalanda zanîn ku dema komplo hatiye jiyîn ew hîna zarok bûye û ew dem wiha vegot: “Vê pêvajoyê de jib er rewşa serok tirs û fikar hebûn. Hem apê min bû hem jî Rêberê Gelê Kurd bû. Ji ber vê em bi fikar bûn. Ji ber me agahiyek jê nedigirt. Em ji çapemeniyê agahdar dibûn. Dema serok çû em biçûk bûn. Me zêde tiştek nizanibû. Bavê min her tim televîzyon vedikir: Me rewaşa serok ji bavê xwe dipirsî. Em wisa agahdar dibûn.”
 
‘Dîmenên îşkenceyê ji bîra min naçe’
 
Gulsum Ocalan di berdewamiyê de anî ziman ku salên komplo pêk hatin zextên mezin li ser malbata wê hebûne û wiha bi lêv kir: “Li ser malbata min zextên mezin hebûn. Mala me li Edeneyê bû. Bi ser mala me de girtin. Her tişt belav kirin. Em li Îzmîrê li cem malbatekê diman. Şevekê bi ser malê de hat giritn. Em hemû binçav kirin. Ez biçûk bûm. Xwişk, birayê min hemû binçav kirin. Bavê min 90 rojî di bin îşkenceyê de ma. Tu carê vê ji bîr nakim. DI Dema binçavkirinê de ez diçûm lavaboyê. Polîsek jin hat ez birim. Min bavê xwe dît. Ez wÎ dîmenî tu car ji bîr nakim.”
 
43 mehan tecrîda girankirî
 
Gulsum Ocalan balkişand ser 43 meh tecrîda girankirî û wiha dirêjî dayê: “Tecrîda giran a 5 salî em dikirin fikaran. Parêzeran jî nikaribû xwe bigihandayê. Ji ber vê fikarên me zêde bûn. Bi taybet ji bo xwişk û birayê wî Fatma û Mehmet Ocalan ev girîng bû. 27 sal e tecrîd didome.”
 
'Tevî pêvajoyê tecrîd didome'
 
Gulsum Ocalan wiha dawî lê anî: “Tecrîda mijara gotinê ye tevî pêvajoyê didome. Ne tenê malbat gelê Kurd azadiya serok dixwaze. Divê ev tecrîd bê rakirin. Em dixwazin serok bi awayekî azad nav me de me.Divê demildest gavên şênber bên avêtin, tecrîd bê rakirin. Em azadiya serokê xwe dixwazin.”