Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê
- 14:00 9 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê çûn Girava Îmraliyê.
Hat ragihandin ku malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya serdana malbatê de çûye Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bîne.
Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan jî li gel malbata Abdullah Ocalan çûn Girava Îmraliyê.
Malbat herî dawî di 28'ê Gulana 2026'an de di çarçoveya serdana Cejna Qurbanê de çûbû Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbû.







