‘Li Belçîkayê ji 10 zarokên keç li 9'ên wan tacîz tê kirin’

  • 13:24 10 Cotmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Isabelle Verhaegen, Rêvebira Neteweyî ya Belçîkayê ya rêxistina navneteweyî ya mafên zarokan Plan International, ragihand ku wan kampanyayek ji bo balkişandina ser îstîsmara cinsî ya keçan li welêt dest pê kiriye.
 
Isabelle Verhaegen di axaftina xwe de ji Belga, ajansa nûçeyan a fermî ya Belçîkayê re got ku wan li Gentê meşek li dar xist da ku balê bikişînin ser ewlehiya keçan. Kampanya’ya ku wekî beşek ji meşa ku bi qasî 900 kes beşdar bûn dest pê kir, 206,988 € ji bexşê berhev kir.
 
Piştî çalakiyê, Isabelle Verhaegen diyar kir ku wan peyamek xurt li dijî tacîz û şîdeta cinsî li kolanan şandin. Isabelle Verhaegen got, "Li welatê me, ji her 10 keçan 9 rastî tacîza cinsî hatine. Li cîhanê, bi qasî sêyeka jinan di jiyana xwe de rastî şîdeta fîzîkî an cinsî hatine. Divê em tu carî vê yekê qebûl nekin an jî hurmetê lê nekin."
 
Verhaegen destnîşan kir ku bexşên ku di çalakiya destpêkê ya "Her Walk" de hatine berhevkirin, dê ji bo projeyên ku armanc dikin keçên li çaraliyê cîhanê bihêz bikin, werin bikar anîn.